TAYBETIYÊN ALFABEYÊN NETEWÎ

Belê taybetiyên alfabeyên netewî yên latînî çi ne? Dema alfabeyeke netewî tê gotin ji aliyê pedagojîk ve li ser kîjan xalan radiwestin? Wek tê zanîn ji 40-50 salî ve heta niha alfabeyeke me ya latînî jî heye ku ji aliyê Celadetet Bedirxan ve hatiye amadekirin û heta niha em di her warê jiyana nivîskî de bikar tînin. Bi vê alfabaya Celadet bi hezaran pirtûk, bi dehan kovar rojname hatine nivîsîn. Li Swêdê nêzîkî 20 salî ye ku bi vê alfabeyê di dibistanên Swêdê de hîndekarî û perwerdeya kurdî tê kirin. Di van salên dawî de, gelek nivîskarên Kurd heta çend dem û dezgehên kurdî bê ku serê xwe bi awayekî zanyarî û pedagojîk li ser alfabeyeke netewî bêşînin û di vî warî de lêkolînan pêk bînin, di her fersendê de, li ser alfabeya Celadet Bedirxan gotûbêj dikin, li gor xwe kêmasi û şaşiyên alfabeya Celadet Bedirxan dinvîsin an civîn li dar dixin heta alfabeyên alternatîv pêşkêş dikin. Li gor devoka gund an jî herêma xwe alfabeyên pirtîpî pêşkêş dikin lê dîtin û alfabeyên wan di jiyana rojane de cîh û jiyan nabînin û di nav çend rojan de heta di nav çend saetan de ji bîr dibin û diçin. Ka em di vî warî de bala xwe bidin ser afrandinên alfabeyên ewropî ku li ser hîmê alfabeya latînî avakirine. Gelo taybetiyên hevbeş ên van alafabeyên netewî çi ne û li ser çi prensîbî hîmê alfabeyên xwe avêtine?

1. Alfabe divê li gor asta zanîn û têgehîştandina zarokên 6 û 7 salî be, ne li gor kesên temenmezin yên 20-30 salî be.

2. Alfabe ne li gor devokên herêmî be, divê netewî û navendî be. Dengên devokên herîmî gelek in. Li gor dengên sade û hevbeş yên devokan tîp tên tespît kirin. Yanî di her herêmî de dengên cihê cihê hene, li gor wan dengan tîp nayên çêkirin, muşterekên wan tên pejirandin. Bi vê metodê hejmara tîpan kêm dibin. Em bêjin ku li herêma Serhedê dengê "ç" û yê "ç'" û him jî "p" û him yêê "p'" hene, li herêmên din ev herdu deng yek in, wê demê di afirandina alfabeyê de cîh nadin "ç'" û "p'" a Serhediyana taybetî û wek herêmên din tên bi lêvkirin û nivîsîn. Di dema berhevkirin û nivîsandina berhemên folklorîk an jî bi devokên herêmî devberhem bên nivîsîn, mirov dikare ji bo taybetiyên dengê herêmê li ser hin tîpan îşaret dayîne, lê ji bo alfabe û perwerde ya netewî ev tîpên îşaretkirî nabin, divê alfabe û rêzimaneke standart û yekgirî ya netewî hebe. Zimanzan J. Lyons di vê mijarê de weha dibêje:
"Di tu zimanî de û li tu cîhî zimanê axaftin û yê nivîsê ne wek hev e. Zimanê nivîsê nikare tam dengê tona dengê axaftinê bike ser kaxez. Ji ber ku di zimanê axaftinê de, di gelek gotinan de tona deng tên guhartin. Bi nivîskî ne mumkun e ku mirov wan deng û aksanan li ser kaxez binivîse."

3. Li gor zimanzanan dengên zimanên Hînd-Ewropî heta 30-35 an in. Ji bo vî koma ziman alfabeyên herî têkuz û baş yên ji 30 tîpî kêmtir in. Kêmbûna tîpên alfabê hînkirin û perwerdeyê hêsantir zûtir dike. Armanca hînkirin û perwerdeyê ya herî girîng yek jê jî, hêsakirina alfabeê gramer û ziman e.

4. Peyvên bîyanî ku ketine nav ziman li gor wan dengên bîyanî tîp nayên çêkirin, her gel li gor taybetiya zimanê xwe form dide wan peyvên bîyanî ku di zimanê wan tê bi kar anîn. Di deng û formên wan de guhartin çêdikin. Wek nimûne Tirkan bi hezaran peyv ji erebî û kurdî, farisî û fransî girtine û li gor zimanê xwe bi lêv dikin. Dîsa, swêdî ji fransî û îngilîzî û almanî, bi hezaran peyv girtine û li gor zimanê xwe bi lêv dikin. Swêdiyan koşka kurdî ji tirkan girtine û jê re "kiosk" dibêjin.

5. Di gelek zimanên Hînd-Ewropî de gelek gotinên ku bi dengê kurt û dirêj hene û nêzîkî hev in, bi heman tîpî dinivîsin lê di xwendinê de li gor hevokê mirov dizane ka di kîjan wateyî de ye. Di vê mijarê de, ez dê çend nimûne ji zimanê swêdî bidim:

akt: dilêlinde, merasim
akt: belge, dosya
akt: bal, diqet
bakar: nanpijandin
backar: paşveçûyin
bar: tazî, rût
bar: kafeterya
cirkel: bazin, tar, xelek
cirkel: komika xwendinê
dam: xanim, xatûn
dam: bendav
fluga:mêş
fluga: nêka masî girtinê
fluga: papyon
fluga: nexweşiya ku mirov bêhiş dibe.
hov: sim
hov: koşka padîşah
hov: tora masiyan
gift:jehr, axû
gift: zewac, şû
jord: cîhan, dinya
jord: ax, xwelî
en: bi qasî
en: yek
en: dara hevirsê
intern: girtî, zîndanî
intern: navxweyî, xwe bi xwe yî
kron: tac
kron: pere
kör:koro
kör: ajotin
lumpen: pêxwas
lumpen: esker
mening: nerîn,dîtin
mening: wate
mening: armanc
mening: cumle


6. Hema hema di her zimanê Hînd-Ewropî de hinek deng û peyv hene kurt in û hinek ji wan jî dirêj in lê wateyên wan ne wek hev in. Di hinek zimanan de dengên dirêj bi du tîpî û yê kurt jî bi tîpeke nivîsin, hinek jî bervajî, dengên kurt bi tu tîpan û dengê dirêj jî bi tîpeke nivîsin; wek nimûne swêdî prensîba duhem bi kar tînin. Belê di zimanê kurdî de jî çend dengên weha kurt û dirêj hene, ku gelek nêzîkî hev in. Wek pir û pirr, ker û kerr ûwd. Hinek nivîskarên Kurd hene, ku dixwazin ji bo van dengên kurt û dirêj ên kurdî li alfabeya kurdî zêde bikin. Kesên weha her ku fersend dibînin di derheqê van dengan de deng derdixin. Swêdî ji bo dengên kurt û dirêj jî weha bi nivîsîna du tîpan cudahiyê didin dîyarkirin. Çend mînak:

dam: jin, pîrek
damm: toz, gemar
ful: pîs, kirêt
full: tijî, dagirtî
glas:cam
galss: dondirme
hål: qul, kul
håll: cîh, rex
jul: cejna zayînî
(h)jul: tekerlek
lät: sivik
lätt: hêsan

mal: bizûz, gizûz
mal: hêrandin, pişrandin
man: mirov
man: peya, zilam
mark: erd, ax
mark: navê pereyê alman
mars: meha adarê
mars: gerekstêrka marsê

nacken: paşstû
naken: tazî
napp: miştok, memika derewîn
napp: çengela masîgirtinê
noll (nol): sifir
nål (nol): derzî

om: lê, jê
om: heke
om: daçeka di….. de
om: carek din, dubare
om: di derheqê an di derbarê tiştekî de

prick: tam
prick: deq, xal

ras: nîjad, regez
ras: hezaz, erdşemitîn
ren: paqij, temîz
ren: pezkûvî
räd: êrîş, hucum
rädd: tirsonek
rät: rast, rast, durist
rätt: adalet, mafdar, hukum, tore
rätt: xwarin

tal: axaftin
tall: çinara zer
tiger: piling
tigger: parskirin

scarf: çarik, şarpa
schampo: şampowan

schema: şema,
sex: şeş
sex: cînsî
sil: safik
sill: masiya ringê

sker: dibe
skickar: hinartin, şandin
skjuter: gulebarandin
skjorta: qutik, kiras
stjärna: stêrk
stjärta: terî, poçik, dûv
såg: dîtin
såg: birek

val: hilbijartin
vall: masî
vas: guldank, vazo
vass: tûjbûn, tûjkirin
var: her, her kes
var: lêkera "bûn".
var: li kû
vila: rûniştin, pêşûdan
villa: xanî
väst: êleg, çekbend
väst: rojava
väg: rê, kolan, cade
vägg: dîwar

åker: şov, erdrakirin
åker: bi wesîteyek çûyîn

än: hîn, hêj
än: ji
ändo: heya, heta
ändo: dawî

öde: vik û vala, xir û xalî
öde: qeder, çarenûs
över: di ser … re
över: bêhtir, zêde


Hinek nivîskar û rewşenbîrên me niha dibêjin qey haya Celadet ji wan deng û tîpên ku ew dixwazin li alfabeya kurdî zêde bikin tune bûye. Ji bo hinek tîp van nimûneyên jêrîn didin:
Ji bo tîpa "ç"
çar: hejmar (4 )
ç`ar , xêlî, ço ajotina ker, ço dar.
Ji bo tîpa "k"
ka: pirs; kanê,
k`a kaya genim
kal: negehîştî,
kal: mêrê bi temen
kam: ritûbet, esmanê dev,
k`am: moşen, cercere
kar: şixul

kar qezenc
ker: heywan,
k`er yê/ya ku nabîhîze
kêr: kêrik,
k`êr ji ber kêrhatin.
Ji bo tîpa "p"
par (navê mê) beş, pejk,
par (hoker) sala çûyî
pîr (navê nêr) pergal, edeb, zane,
p`îr (rengdêr) jina bi temen)

Ji bo tîpa "r"
pir: (ji bo derbasbûna ser avê),
pir: zehf, gelek
gur: heywanê ku pez dixwe Gurr:
gur: qewî, zêde

Ji bo tîpa "t"
Ta (hoker): heta, sibê ta êvarê
ta (n.m): êşa palûdîzmê; ta girtin, ket taya mirinê.
Ta (n.m): taq, qat. Xaniyê sê ta, ta kirin.

Dr. Nûredîn Zaza ku bi salan bi Celadet Bedirxan re hevaltî kiriye û di kovara hewarê de nivîsiye heta navê Çehovê Kurd lê kirine, di vê mijarê de weha dinivîse:

"Rehmetî Mîr Celadet dizanî ku di zimanê kurdî de (kurmancî û zaravayên din) bêtirî 32 deng hene, wek 2H, 2K, 2L, 2R û hin din. Ewî welê didît ku di xwendinê de, peyayên ku di dibistanê de hînî kurdî bibin ewê bikaribin van dengan ji hev derêxin. Ji lewre, ewî nedixwest ku elfabeya kurdî girantir bike. Ez bi xwe, pejnên wî rast dibînim. Lê ez wan nakime Mishefa Reş, ne jî Quran. Heke, sibe yên kurdî didine xwendin (mamoste) û yên kurdî dixwînin bibînin ku bi vê erebeya ha rêveçûn nabe, ewê bivê-nevê li guhartina wê bigerin…."

(Hêvî Kovara Çanda Kurdiya Giştî, hejmar 1 1983-Parîs)


Çavkaniyên nivîskî
1. Mîr Celadet bedirxanê, berhevoka Hawarê cilt-1 û 2
2. Malmîssanij, Cizira Botanli Bedirxaniler ve Bedirxani Ailesi Derneginin Tutanaklari, Apec, Stockholm.1994
3. Josephson, Kordunerê Mårtenson, Ågren, Språket, Natur och Kultur, Kristianstad- 1995
4. Ferhenga swêdî-kurdî wergera Reşo Zîlan, Stockholm- 1989
5. Celadet Çelîker, Çend Pirsên Alfabeya Kurdî, Weşanên Roja Nû, Stockholm-1996
6. Lorenz Larsbo, Språken i världen, Almqvist &Wiksell Arlöv- 1989
7. Hêvî Kovara Çanda Giştî, 1983, no1
8. Lillemor Swedenborg, svensk synonym ordbok, Stockholm- 1992


DÎROKA NIVÎS Û ALFABEYÊ

Li gor lêkolînên arkeologan cara pêşî sumerî li Mezopotamyayêberî zayînî (bz) li derdora salên 3500î li ser kevir û lewheyên axikî bi awayekî sîstematîk wêne kolane. Piştre wêneyên xwe basît çêkirine ku mirov têbigehîje. Ji wêneyên weha hêsan û sîstematîk re pîktogram dibêjin. Ji ber ku sumerî wêneyên xwe li ser heriya şil û bi kam nivîsîne,detaliyên wan ji aliyê arkeologan ve baş nehatine xwendin û fêm kirin. Piştî sala 3000 î sumerî pîktogramên xwe bi pêşxistine û wek nivîsar li ser lewheyên axikî yên biçûk nivîsîne. Ji wan lewheyên axikî hinek ji wan di firnan de şewitandine û hinek ji wan jî li ber tava rojê hatine şewitandin.Wek nimûne, dema wêneya rojê bê çêkirin, divê weha basît û hêsan be ku ji aliyê herkesî ve were naskirin û zanîn. Lê bi tenê ne çêkirin, herweha ew kesê ku wêneya rojê bibîne jî, bizanibe ku ew di wateya "roj" an "demê" de hatiye çêkirin. Ku "roj" sembol û nîşana "dem" an "zeman" bûye. Ji wêneyên weha yên watedar re îdeogram dibêjin.

Herweha sîstema pîktogram û îdeograman gelek zehmet û tevlihev bûne û ji ber wê yekê sumeriyan bi qasî 2000 sembol bi kar anîne. Di proseseke din de kîte şûna wêne girtine û ji wê forma kîte-wêne reîro dibêjin fonogram. Fonogram di prosesa nivîsîna sumerî de pêngaveke gelek pêşketî bûye, xwendin û nivîsandinê hêsantir kiriye. Herweha bi alîkariya fonogramê hejmara sembolên sumerî ji 2000 î daketine 600 î.

Mîtolojiya Gilgamêş bi wê nivîsara lewheyî hatiye nivîsîn. Mirov dikare bêje ku bi nivîsîna mîtolojiya Gilgamêş çîrok û romana yekemîn hatiye nivîsîn. Bingehê wêjeya nivîskî bi nivîsîna Gilgamêş re dest pê kiriye. Gilgamêş lawê Lugalbanda bûye û bi kêmasî ew qehremanê pênc helbestên sumeriyan bûye. Gilgamêş bi xwepadîşahê sumeriyan yê bajarê Ûrûk bûye. Li gor mîtolojiyê ew nîv Xwedê û nîv însan bûye. Li pey mirinê geriya ye û piştî gelek bûyer û serûvenên mezin û dijwar ne dermanê mirinê lê dermanê ciwanbûnê dîtiye. Lêbelê berî ku ew dermanê ciwanbûniyê bixwe marekî reş ew derman xwariye û herweha ciwanbûn jî ji destê Gilgamêş çûye. Gilgamêş di nav qehremanên epoyiyên akadî de jî gelek populer bûye. Varyanta mîtolojiya Gilgamêş ya herî baş bz di salên 668-627an de li ser 12 lewhayên suryanî hatine nivîsîn û ji aliyê padîşahê asurî Assurbanîpal ve li pirtûkxana Nînovayê hatine kom kirin.

Zimanê sumerî heta 2000 salên bz hatiye û ji wir bi şûn ve, him zimanê devkî û him jî zimanênivîskî miriye. Arkeologên Ewropî piştî zayînî di salên 1800 de li Mezopotamyayê li ser ziman û çanda sumeriyan lêkolînên xwe hûr û kûr kirine, di dawiyê de gehiştine wê baweriyê ku îro li cîhanê tu gel nîne ku bi zimanê sumerî dipeyive. Lê piştî sumeriyan heta demekê li herêmê asûrî, babîlî û akadî bi zimanê sumerî nivîsandine. Ew jî piştre destpêkirine û bi zimanê xwe nivîsîne.
Piştî zayînî di 1920 î de arkeologan li Boxazkoy di lêkolînên xwe de rast hatine ku hîtîtan jî bz di salên 3100 î de nivîsarên taybetî bi kar anîne. Zimanê hîtîtan zimanekî hînd-ewropî bûye.

Li gor lêkolînan bz di salên 3000 de li Misirê jî bi navê hieroglîf wêneyên yekbêje li ser keviran hatine kolan. Herweha ji wir bi şûnve prosesa nivîsê li Mezopotamya û li Misrê ji hev cuda lê peralel dom kirine. Di sîstem û prosesa misirî de zêde guhertin û pêşketin çênebûne lê di ya Mezopotamyayê de her ku çûye guhertin û pêşketin çêbûne. Piştî sumeriyan, akadî, hîtîtî, hûrî û ûgirîtî guhertin û pêşketinên mezin di nivîsara sumeriyan de çêkirine. Du varyantên nivîsara misirî hene: Hîeroglîf û hîeratî. Hîeroglîf li ser dîwar, kevir û metalan û hîeratî jî li ser papîrûs hatine nivîsîn. Di salên 700î de hîeratî bi pêşketiye û ji gotinê derbasî kîteyan bûye û bi îtalîk hatiye nivîsîn. Piraniya nivîsarên misrî yên kevn li ser kevirên goristanan hatine nivîsîn. Ango goristan bûne dibistan.

Akadî di salên 2500 î de nivîsara sumerî digrin û bi pêş dixin. Lê bi tenê di karê burokrasiyê de bi kar tînin.
Di salên 2400 î de vê carê hîtîtî nivîsara akadiyan wek nimûne digrin, bi ya xwe re muqayese dikin û nivîsara xwe xurt û bi pêş dixin.Di salên 1700 î de Hammûrabî dibe padîşahê Babîlê.

Hammûrabî li cîhanê cara pêşî qanûn dinivîse. Qanûna Hammîrabî pêşî li ser dîorît û piştre li ser lewheyên biçûk tê nivîsîn. Dîorît kevirên mezin in û li nav bajêr hatine daçikandin ku her kes bikaribe bibîne û bixwîne. Qanûna Hammûrabî ji 282 madeyan pêk hatiye. Herkes Hammûrabî nivîskar û qanûnasê yekemîn qebûl dike. Di heman demê de li Babîlê ne tenê nivîs herweha matematîk û astronomî jî bi pêş ketine.


Di salên 1500 î de hûrî û di salên 1200 de jî ûgirî nivîsara akadî digrin û bi kar tînin. Di wê demê de nivîsara ûgirî ya herî pêşketî bûye. Ev nivîsar jî her çiqas li gor yên hîtît û hûriyan bi pêşketî be jî di asta bêjeyan de maye û negehîştiye asteya kîte û tîpan. Nîvisara ûgirî ya lewheyî ku bingehê xwe ji pîktograma sumerî digirtibû û ji wir û bi şûn ve, êdî temen û dema xwe tijî dike û dimre. Piştî 2000 salî ev sîstema sumerî ji binî ve dimire û di şûna wê de sîstema misrî xurt dibe, bi pêşdikeve, her ku çû xwe nû dike.

Herweha di salên 1500 î de çînî jî li ser sîstema gotinan nivîsaraeke wêneyî bi kar tînin. Ev li herêma wan bi sînor dimîne û belav nabe.

Berî zayînî di salên 1000 î de fenîkiyên bîblosî di hîeroglîfa misirî de guhertineke mezin çêdikin. Ji 25 tîpan sîstemeke bîblosî îcad dikin. Ji vê sîstema nivîsarê re dibêjin bîblos.

Di heman demê de li Filîstînê nivîsara aremî bi pêşdikeve û bi tîpên konsunent gelek tişt dinivîsin û j ê re gotin nivîsara aramî. Di salên 500 (bz) î de ji wê nivîsara aramî, nivîsarên hîndî û hebrî çêdibin. Ev alfabe ji Rojhilata Navîn heta Hîndistanê dibe alfabeyeke pirnetewî. Piştî 1000 salî ango pz di salên 500 de ji alfabeya hîndî jî alfabeya erebî çêdibe.

Yewnanî (grekî) di salên 725 an (bz) de 5 tîpên bi dengdêr (vokal) li sîstema bîblos an jî bi navekî din li ya fenîkî zêde dikin û ji re dibêjin "alfabe." Êdî alfabe hatibû dîtin. Dîtina alfabeyê di teknîkê de pêşketin û şoreşa herî mezin û girîng ç'dibe. Alfabe bi hêsanî tê bi kar anîn. Êdî xwendin û nivîsîn hêsa dibe. Alfabe demokrasî û zanyariyê bi xwe re tîne. Êdî ew pêwîstbûna ku hinek kes bixwînin, tercûme bikin û hinek din jî guhdariya wan bikin ji holê dihat rakirin. Bi alîkariya bazirganên fenîkî yên deryayî alfabeya yewnanî li cîhanê belav dibe. Herweha ji dema pîktografiya sumerî heta alfabeya yewnanî ya dengdêr 2575 sal û hîeroglîfa misirî jî 2275 sal derbas dibin.

Di vê prosesa dûr û dirêj de nivîsar 4 sefhayên girîng derbas dike:
1. Dema sumeriyan ku her wênek bûyerek an jî hevokek dihat xwendin, jê re pîktogram digotin.
2. Dema nivîsara bêjeyî ku her şiklek wateya gotinek dida.
3. Dema sîstema kîte ku nivîsar bi kîteyan dihatin xwendin.
4. Bi dîtina tîpan re êdî her dengek bi tîpek hat nivîsîn û navê alfabê lê hat kirin.

Berî zayîni di salên 500 î di alfaba yewnanî de hinek guhertinên din tên çêkirin û alfabeya etrûskî û ya latînî çêdibin. Welatên Ewropa yên rojhilat formên kirîlî didin alfabeya yewnanî û alfabeya kirîlî peyda dibe. Ji aliyê din ve alfabeya yewnanî ber bi Romayê dibin û li wir têde guhertinên biçûk çêdikin û jê re dibêjin alfabeya latînî. Alfabeyên yewnanî û latînî ji 22 tîpan û ya krîlî jî ji 43 an pêk tê.

Ji nivîsara fenîkî şaxeke din jî cuda dibe jê re alfaba aramî dibêjin. Di salên 500 î (bz) de ew jî dibe du beş û jê ya hîndî û ya hebrî çêdibin. 1000 sal piştre ango pz di salên 500 de ji alfaba hîndî jî alfabeya erebî derdikeve holê. Di vê sedsalê de ji ya çînî jî ya Japonî dize.

Hema hema di hemû alfabeyan de tîpên biçûk tune bûne û bi tîpên mezin hatine nivîsîn. Piştî zayînî di salên 700î de li Ewropa bi navê karolînska alfabeyek bi tîpên biçûk hatiye nivîsîn. Di salên 1500 î de bi navê Behranavîn alfabe him bi tîpên mezin û him jî bi tîpên biçûk tê nivîsîn. Alfabeya latînî vê guhertina pêşketî dipejrîne û bi vî formê nû ango bi tîpên mezin û biçûk heta îro dom dike.

Rêzkirina tîpan ji ku tê?

Li gor dîtin û texmînên arkeolog û zimanzanan rêzkirina têpên alfabê bingehê xwe ji asronomî û astolojiyê standine. Ango navên xwe ji termên herdu beşê zanistî girtine. Ev jî di destêkê de ji Sumer û Misriyan dest pê dike û piştre girekî bi pêş dixin. Di sala 1948an de arkeologan li Kurdistana Suriyê kevirekî axîn ji bin erdê derxistine ku gelek wêne û rêza tîpan li ser heye. Ev ji berî zayînî ji sedsala 1200-1400 maye. Tîp bi a, b û g hatine rêz kirin. Dema mirov dinere, Yewnaniyan jî navê alfa, beta û gama bi nav rêz kiribûn. Alfa "a" ye û beta ji "b" û gama ji "g" ye. Ev rêzkirina kevn heta niha jî hema hema ji hemû alfabeyan re bûye rêbaz, a û b di serî de mane lê cîhê g hatiye guhertin.

Di sedsala 1800î de hemû welatên Ewropa rêza alfabeya kevn ango alfa û betayê ji xwe re sereke û bingeh girtin, her netewe û dewlet li gor dengê zimanê xwe li alfabeya latînî tîpên xweser lê zêde kirin.

Çavkaniyên nivîskî
1. Randi och Gunnar Håland, National Encykklopedins Världs Historia, Band 1, Bokförlaget Bra Böcker, Oslo- 2000
2. Rodney Castleden, År för År När hände vad i världhistorien, Bokförlaget Trevi, Södertälje-1996
3. Hans Herteel (Redaktör), Litteraturens Historia-1, P.A. Norstedt & Söners Förlag- 1985
4. Alf Henrikson & Björn Berg, Alla Tider En Världshistoria, En Trevibok från Form- 1995
5. Ron Karter, äldre kulturer, Natur och Kultur, Sverige- 1992
6. Paulo Coelho, Beşinci Dag rûpel 121, Can yayinlari, Îstanbul-1998
7. Lorenz Larsbo, Språk i Världen Allmän Språkkunskap, Almqvist &Wiksell Läromedel-1989
8. Kerstin Erlandsson-Svevar & Hans Thorbjörnsson, Svenska Plus- Nonnäer Utbildning, Stockholm- 1996
9. Bonnîers Compaet- Lexîkon 1998- Swêd