AMED TÎGRÎS KÎ YE?
Amed Tîgrîs di sala 1948an de(lê li gor qeyda nifûsê di sala 1946 an de) li Licê hatiye dinê. Ew ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Tîgrîs li Licê dibistana sereta û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye.

Licî, Amed Tîgrîs bi navê Mekî Xoce nas dikin. Tîgrîs di avakirina komela mamosteyan TÖB-DER'a Licê de cîh girtiye, demekê serokatî û nûnertiya wê kiriye. A. Tîgrîs di sala 1980î de derketiye derveyî welêt û li Stockholmê bi cîh bûye. Ew ji 1984 an vir ve li Stockholmê di dibistanên swêdî de mamostetiya kurdî dike. Di xebatên xwe yên rêxistinî û polîtîk de bi awayekî aktîv pêşî bi TKP û piştre jî bi DDKD re xebitiye. Dûvre dest ji karê rêxistinî û siyasî berdaye û bi kar û barê ziman û wêje re mijûl bûye. Heta niha ji bîstî bêtir pirtûkên wî hatine çap kirin. Di warê çand û wêje de alîkariya bizava netewî, dem û dezgehên çandî kiriye. Demeke serokatiya Înstîtûya kurdî ya li Stockholmê kiriye.

Tîgrîs di Med û Medya tv de bi navên "Rojbaş mamoste", "Dibistana kurdî" û "Xwendegeha kurdî" bernameyên hînkirin û perwerdeyî amade kiriye. Ji derî mamostetî û nivîsîna pirtûkên dersê, xebatên wî yên li ser ziman, edebiyat û kulturê jî hene. Ji zimanê tirkî û swêdî çend berhem wergerandiye kurdî.

Di kovar û rojnameyên wek Berbang, Armanc, Hêviya Gel, Kurdistan Press, Avaşîn, Welat, Welatê me, Azadiya Welat, Hîwa û Bîrnebûnê de meqalên wî hatine weşandin û redaksiyonên hinekan de cîh kirtiye.

Sê berhemên wî niha li ber çapê ne: 1. Biwêjên kurdî, 2. Hevwateyên kurdî ( ew, Seyîdxan Anter û M. Beşîr bi hev re amade dikin.) û 3. Licê.

Du lawên wî hene, navê yê mezin Evîndar û yê biçûk jî Rizgar e.