A bi xêr bûn: Baş e ku.
A ji te re ha: Rewşa matmayî. "A ji te re ha, de li halê lawê xwe binêr çi ye !"
Abadîn bûn: Tiştek an jî kesekî ku dawî û paşiya wî nîne, nayê. „Exmedê Xanî bi Mem û Zînê navê xwe di dîroka Kurdistanê de abadîn kiriye."
Abadîn kirin: Abadîn bnr.
Av di coyekê de neçûn: a) bi hev nekirin, b) xwedî karekterê cihê cihê. " Her çiqas herdu ji dewletçî bin, dîsa ava Demîrel û Ecevît di coyekê de naçe."
Abal bûn: Kesê ku zû raman û fikrê xwe diguhêre. Bi tirkî dönek.
Abor û rûmet bûn: Xwediyê mal û şeref.
Arîşetî lê kirin: Lê şantaj kirin, hîle lê kirin.
Av bi hestî xwarin: a) çavsorî, b) bela xwe jê venekirin
Ad kirin: Tobe kirin, sond xwarin. "şêr li ber destê wî mirovî ad kir."
Ad û wehd kirin: Ad kirin bnr.
Ad û wehd li can ketin: "Ad û wehd li cane min bikeve ku ez herim mala bavê xwe, êdî ez bi paş ve venagerim û nayêm."
Afara behîv û gûzan kirin: Ji bo karê bê encam û bê kelk tê gotin. "Yê me ne tu kar e, em afara behîv û gûzan dikin."
Afaroz kirin: Ji civatê derkirin, avêtin. "Ev bû çend car in ku tu karê ne di cîh de dikî, binêr em ê te afaroz bikin ha!"
Afat bûn: a) kesê zêde çalak û mizawir. Him ji bo pozîtîv û him ji bo negatîv jî dibêjin. "Afat e, di ciyê xwe de nasekine." b) bela, tofan.
Afatê Xwedê bûn: Afat bûn bnr.
Afira gamêşan bûn: Ji bo ew kesê zik mezin yê ku zêde xwarin dixwe. „Yê te ne zik e, afira gamêşan e."
Afirê xwe xerab kirin: Bi nanê xwe lîstin. Li dij berjewendiya xwe derketin.
Agir barandin: Dema şer û belayeke mezin bi serê mirov re were. "Îsal dijmin agir li me dibarîne."
Agir berda nav: a) agir berdana tiştek. b) berdan hev, fît kirin.
Agir berdan dil: a) evîndarî. "Keçikê agir berda dilê min. b) mirov dema zêde li ber kesekî bikeve. "Te agir berda dilê min." Di navbera biwêjên "agir berda dil" û ya "agir bi dil ketin de nûansek biçûk heye.
Agir bi cigerê ketin: Dema mirov li ber tiştekî bikeve û gelek xemgîn be. "Min li Stanbûlê zarokekî kurd dît di nav sergoyê de, li xwarinê digeriyan. Agir bi cigera min ket." Agir bi cigera min girt jî dibêjin.
Agir bi cil ketin: Dema kesekî derew an jî buhtanekê li mirov bike, wê demê dibêjin " agir bi cilê te keve!"
Agir bi dil ketin: Agir berdana dil bnr.
Agir bi erdê bikeve qevdek pûş naşewitîn: a) ji bo ew kesê ku tu zerarê nabîne. b) ji bo ew kesê ku bê xem û keser e. Di şûna "qevdekê de "gurzekê" ji dibêjin.
Agir bi erdê xistin: a) agir berdana pûş û palax. b) fesadî kirin, dubendî derxistin.
Agir bi kadînê ketin: a) dema agir bikeve kadîna kayê. b) dema kesekî derewên mezin û bê binî bike, wê demê dibêjin ku "wey agir bi kadîna te keto!" Yanî tu dikarî derewên çiqas mezin bikî.
Agir bi kezebê ketin: Agir bi cigerê ketin bnr.
Agir bi kûrê ketin: Derewên mezin kirin. „Wey agir bi kûreya te bikeve, bes e lawo!"
Agir bi mala xe ve danîn: Dema mirov bi destê xwe zerarê bide xwe.
Agir bi malê ketin: a) berketineke zêde. "Agir bi mala min keve, ka binêrin polîs çi aniye serê lawê min." b) zêde derew kirin. "Wey agir bi malate keve kengê min weha got!"
Agir bi malê neketin: Bê wijdan, dilkevir. "Agir bi mala te neketo, çawa destê te çû te zarokên xwe li vê zivistanê ji malê avêt der."
Agir bi navê ketin: Dema zirareke mezin bigîje kesekî. "Agir bi nava min ket, cigera min şewitî, kurê min mir."
Agir bi pot ketin: Agir bi cil ketin bnr.
Agir bi pûş ketin: Xwedê bela dan. „Wey agir bi pûşê te bikeve, tu çi dikî lê!"
Agir bi qûnê ketin: a) dema kesek bikeve tengasî û steresê û nizanibe çi bike. "Agir bi qûna Mîrzo ketiye, nizane çi bike." b) dema kesekî bixwaze mirov bixapîne. "Wey agir bi qûna te bikeve, te çima ji min re got ez nayêm û tu hatî!"
Agir bi serî ketin: a) serî şewitî. b) bela bi ser de hatin. " Tu çi dibêjî lo, îsal agir bi serê me ketiye lawo!"
Agir bi zik ketin: Ji bo kes û ajelên ku palaxîne û pir dixwin. „Agir bi zikê te keve, te hîn xwar lawo!"
Agir bûn: a) nerhet, b) bela. "Alan agir e, di cîhê xwe de nasekine, i zarokan re tim şer dike."
Agirê xwedê bûn: Agir bûn bnr.
Agir da bin sîtilê: a) agirê bin sîtil xweş û geş kirin, b) Fesadî û pîj kirin. „De agir nede bin sîtilê, bes e! Tu dixwazî şer der bixî!"
Agir dana binî: Ji bo tevlihevî û fesadiyê tê gotin. „Amerîka dîsa agir daye binê mesela Iraqê û geş dike. Dixwaze şer der bixe."
Agir di çavan de ye: Çavsor, har bûn.
Agir di nav de hebûn: a) zêde heyecan û stres. b) êş û elem. "Tu dizanî çi agir di nav min de hebû."
Agir jê barîn: Zêde hêrs bûn. "bavo, îro agir ji rewşenê dibare!"
Agir ji ber çavan çûyîn: a) êşa ji ber ser êşiyeke giran. b) lêdaneke dijwar. "Polîs ez girtim û jopek li serê min da agir ji ber çavên min çû!"
Agir ji ber diçe: Zêde hêrs bûn.
Agir ji ber ling çûndin: Ji bo mirov yanî jî ew ajelên ku bi bezê diçin tê gotin. "Agir ji ber lingê hespê Ristem diçû!"
Agir ji ber piyan pekîn: Agir ji ber ling çûndin bnr.
Agir ji dev barîn: a) birçîbûneke zêde. "Min ji do êvarê ve xwarin nexwariye. Agir ji devê min dibare. b) Ji bo kesê ku ji tiştekî pir hêrs bûne tê gotin. "Piştî ew belavoka ku me di derheqê kontr gerîla de belav kir, agir ji devê polîs dibare."
Agir ji dev çûyîn: Agir ji dev barîn bnr.
Agir ji dev derketin: Agir ji dev barîn bnr.
Agir ji dev pekîn: Agir ji dev barîn bnr.
Agir ji dev rijîn: Agir ji dev barîn bnr.
Agir ketin: a) zêdebûna daxwaz û hîsên seksî. "Dîsa agir ketiye vê dêlika me û li pey kûçikan digere."b) har bûn, panîk girtin. "Dîsa çi agir ketiye te û tu nasekinî?"
Agirketina dil: Zêde meraq kirin.
Agirketina qûnê: Agir bi qûnê ketin bnr.

Agir kirin: a) agir pê xistin. b) çek teqandin.
Agir lê barandin: a) dema kesekî gotin û rexneyên tûj û tûnd bike. "Zûlo agir li me dibarîne." b) biçek pê ve dan.
Agir li ber kulîna xwe dadan: Dema mirov bi destê xwe zerarê bide xwe. Varyanteke wê yê din jî "mala xwe bi estê xwe şewitand." e.
Agir li ber pî dike av: Ji bo kesê qure û qebedayî tê gotin. "Kuro ew weha qure ye ku agir li ber piyê xwe dike av."
Agir li ser serî barandin: a) dema kesekî pir hêrs bibe û bi gotinên gelek dijwar bi ser kesekî re here. b) dema di pevçûn û şer de kesekî bi dijwarî bi teqîne û qereman be. "Em yeko yeko bi rê ve diçûn û ji nişka ve cerdevanan agir li ser serê me barandin."
Agir li serê xwe kirin: Dema mirov bikeve nav kar û xebatekê û di nav de sergêjî û pirsgirekên mezin derbikevin. "Lawo me çi kir, me vî mirovî anî û agirê li serê xwe kir."
Agir pêketî: Ji kesê ku zêde li pey mêr û jinan digre re dibêjin. "Bavo çi xortekî agirpêketî ye, her roj bi keçikeke re digere."
Agir têde bûn: a) kesê çalak û nikare di cîhê xwe de bisekine. b) kesê seksî.
Agir û barûd bûn: a) kesê pir hêrsok. b) zêde jêhatî.
Agir û barûd li ber hev nebûn: Du tiştên talûke divê ne nêzî hev bin. "Jin û mêr heger bi tenê bimînin wek agir û barûd in."
Agir û dojeh: Agir û cehenem. "Ev jin malê li me kriye agir û dojeh û hiştiye,"
Agir û pêt bûn: a) nexweşiya xedar û dijwar, b) kesî nerhet û çavsor.
Agir û şemal dan: a) gurrbûna agir. b) bela nerhetî.
Agir û xurî pê ketin: a) birîna xedar a ku dêşe. b) kesê ku li belayê digere. c) kesa ku daxwaza wê ya cînsê zêde be.
Agir û xurî têde bûn: Agir û xurî pê ketin bnr.
Agir vemirandin: a) dema dozek hebe û mirov bikaribe çareser bike. "Vî agirê ku niha heye divê tu vemrînî. b) tetmîn kirina seksî
Agir xist nav: Li agir berda nav bnr.
Agir xistina dawê: Fesadî kirin û li belayê gerîn. "Te çi agir xistiye dawa xwe û li pey min digerî?"
Agir xistina dil: a) zêde hez kirin. b) xemgînî. "Te dîsa agir xist dilê min."
Agirê bin kayê: Kesê ku bi dizî û bê dengî kar û planên xirab dike.
Agirê bin xweliyê: Agirê bin kayê bnr.
Agirê cigerê: Hez kirina zarokan. "Lawê wî tê girtin. Agirê cigerê dikeve pêsîra wî û ew diçe emnîyetê û li wir wî jî digirin."
Agirê dil vekujîn: "Hawar kaniyeke zelal e, ez mirovekî tîh me. Piya piya jê vedixwim, agirê dilê xwe pê vedikujim."
Agirê kulê bûn: Ji bo kesê mizawir û netebitî. "Ev kurê me agirê kulê ye, qet nasekine."
Agirê kulê lê ketin: Xwedê bela û qedeya xwe bidê. "Agirê kulê bikeve mala bavê hesûd û fesadan, çawa îro pênc gule berdane bejna bavê Lalo, li vê meydanê!"
Agirê li heriyê diçûn: Ji bo kesê destgiran û bê huner tê gotin.
Agirê miriyan: Agirê miriyan ne geş û gurr e. Dema rewşeke ne gurr û geş hebe, wê demê dibêjin "wek agirê miriyan e."
Agirê nîv vemirî: a) taraf. b) sist û pist bûn.
Agirê qurman: Ev ji bo jiyan û xebateke dirêj û xûrt tê gotin. "Ev xebata me agirê qurman e."
Agirê sor bûn: Agirê kulê bnr.
Agirê veşartî: Agirê bnr.
Agirê Xwedê bûn: a) mizawir, netebitî. b) kesê jêhatî, enerjîk û zîrek. "Celadet nebêje, agirê Xwedê bêje."
Aheng û harmonî: Li hevhatî, guncandin. "Di hevokên te yên wergêrê de aheng û harmonî hene."
Al hildan: Serî rakirin, îsyan kirin. "Te çi al hildaye lê?"
Al û bal: Xweş û rind.
Alametê qiyametê bûn: Ji bo tiştên seyr û ecêb ê gotin.
Alan dan: Deng dan, pê hesîn. "Belavoka me ya ji bo zimanê dayikê li her derê alan da."
Alet bûn: Alîkariyeke negatîv. "Tu bi vê rewşa xwe ji dijmin re bûyî alet!"
Alî girtin: Teref girtin. "Tu alî digrî, ev ne objektîvî ye."
Alifa vala: a) ji bo kes an jî tiştekî bê qîmet tê gotin. b) li hinek herêman ji bo jina ku zarok jê çênabin jî tê bi kar anîn.
Ay jê re nehiştin: Heyf an tol jê re nehiştin an neman. "Xwedê ayî min ji re nahêle."
Avareş di çav de hatin: a) ber xwe ketin, b) nifir kirin. "Avareş di çavê diya te de were, min çima ji lawê xwe re du perçe qelî navêt nav şorbê.!"
Aloz bûn: Tevlihevî, bê ser û berî. "Her ku diçe doza kurd aloztir dibe."
Alozî û geramol bûn: Tevlihevî, sero binî bûn. "Li Tirkiyê alozî û geramoliyeke siyasî heye ku ew nikarin ji nav derbikevin."
Aman yeman kirin: Lava û dexil kirin. "Aman yeman weha neke, were em îsal havînê bi hev re herin welat."
Amoj kirin: Aşt kirin, aramî daxistin. "Ez nikarim te amoj bikim."
Anafor kirin: Xapandin, fen kirin. "Li serê xelkê anaforan neke!"
Anîna ber pî: "Min xizmetê anî ber piyê we."
Anîna ber rûyê hev: Rû bi rû. „Baş e tu weha dibêjî û ew jî bi awayekî din dibêje, em we bînin ber rûyê hev."
Alifxweş bûn: Palaxî bûn. Kesê ku zêde xwarinê dixwe. "Qumandarê me alifxweş bû."
Anîna berçav: Li ber çav girtin. Tiştên ku tê dîtin.
Av tê geriya: fêm kirin.
Anîna îmanê: a) zêde eciz kirin. Vî lawikê êdî me aniye îmanê!" b) terbîye kirin, teslîm standin.
Av pê asr û germ nebûn: a) kesê ku kar pê naqede, b) bêhuner û belengaz. "Bi Azad sar û germ nabe."
Anîna rê: Rastî û başiyê dan qebûl kirin. " Piştî sê salan min heval anî rê û ramanên min qebûl kir."
Anîna rêzê: a) sewiye daxistin. "Ma ne eybe ku tu xwe bînî rêza keçike koçer?" b) teslîm girtin. "Jinê ew aniye rêzê û nikare ji malê derkeve."
Anîna rojevê: Dema mirov di civînekê de an jî di raya giştî de bixwaze li ser pirs an jî dozeke biaxive û wê bike rêza axaftinê.
Anîna ser afira gayê kilo: Teslîm girtin, teslîm bûn, tobe kirin. "Tirko ew anîye ser afira gayê kilo, êdî newêre dengê xwe bike."
Anîna ser çokan: Mexlûp kirin. "Ez ê te bînim ser çokan."
Anîna ser eynê xwe: a) qebûl kirin. b) xwedî lê derketin an eleqedar bûn.
Aqûbeta nav malê: Rewşa nav malê. Dawiya nav malê.
Aqûbet hatina serî: bûyer, serpêhatî. "Ez naxwazim aqûbeta krîstov Kolomb bê serê min."
Ar ji laş çûn: Tagirtin, nexweş ketin.
Ar û barûd: Agir û barûd bnr.
Ar û dû: Haziriya alevên zivistanê. "Îsal em ji ali ar û dû ve gewz in"
Ar û heya çûn: Rezîl û riswa bûn. "Heger bavê min niha bê û me li ser eraqê binîne, ar û heyayê me dê biçe."
Ar û pêtî: a) zêde germ, b) kesî nerhet û mizawir.
Ar û şerm: Berxwe ketin. "Ji bo te ar û şerm nîne?"
Aram lê birrîn: Huzûr nehiştin, bê huzûr kirin.
Aramî û tenahî bûn: Bê şer û edlahî.
Ard jê weşandin: Lê lêdaneke nerm û germ. "Min hêrs neke, ez rabim, bi Xwedê ez ê ard ji te biweşînim."
Ardê cehînî: Bê qelîte, bê qîmet bûn.
Ardê xwe li bêjingê xistin û bêjinga xwe dalqandin: a) jê derbas bûn. b) îş qedandin. "
Ardû bûn: Alet bûn an destik bûn. "Ez ji xelkê re nabim ardû."
Arê Xwedê bûn: Li agirê Xwedê bûn bnr.
Armanc û daxwaz kirin: Xwestin. "Armanc û daxwaza min ne ev e ku em bi paş ve vegerin Fransê."
Arvan li êş kirin: Dema kesek bixwaze ku ew jî di civatê de heye û tewşo mewşo bipeyivee. "Ha wî jî arvanê xwe li êş kir."
Arvanê sala teng: Dema mirov bixwaze bêje ku kesekî an jî tiştekî ji bo roja teng e. "Ev arvanê sala teng e."
Arvanê sala xelê: Arvanê sala tend bnr.
Arvanê sala xerab: Arvanê sala teng bner.
Asê kirin: Der û dor lê teng kirin.
Asîman bi ser re hatin: Qebûl nekirina gotina giran û rewşa xerab. "Dema wî weha got wek ku asîman bi ser min re were."
Asîman li ser rûniştin: Asîman bi ser re hatin bnr.
Asteng deranîn: Nehiştin, pêş lê girtin.
Asteng kirin: Asteng deranîn bnr.
asteng û tengasî: Zehmetî û sergêjî.
Atar anîna serî: Dek û fen lê kirin. "Ew dizanibû ku dê rojekê gur atarekê bîne serî."
Atare tune bûn: Derew û bê bingeh bûn.
Aş bi ava kê gerandin: Dema mirov bixwaze bêje kî li pişt vî karî ye, kî birêve dibe. "Tu aşê bi ava kê digerînî lo!"
Aş çep gerîn: a) bê şandî. b) kêrnehatî. c) rikok. Ji bo kesê rikok. "Aşê te çep digere."
Aş çûye li dû çeqçeqoyan digerîn: Ev gotin gotineke pêşiyan e di vî formî de dibe biwêj. Yanî tiştên mezin çûne lê tu li pey tiştê biçûk digerî.
Aş gerandin: Mehf kirin, xapandin. "Tu dê ji xwe re bibînî ezê li ser serê te aş bigerînim." Weha jî dibêjin: "Ezê li ber qûna te aş bigerînim."
Aş li ber qûnê gerandin: Aş gerandin bnr.
Aş rast gerîn: Îş baş çûn, bi şans. "Vê mehê aşa mê rast gerî!"
Aş û baş bûn: Rat gele sohbet kirin. „Em li ser aş û baş bûnê dipeyivin."
Aş û berbaş: Virde wirde.
Aş û qeraş: Rewşa nebaş.
Aşê bê av: Dema pirsekî dûrî eqil bê kirin, wê demê vê biwêjê dibêjin. "Aşê te tim bê av digere."
Aşê betalan: Ji bo kesê ku zêde dipeyive. "Guh nede aşê betalan bê av digere!"
Aşê hawarê bûn: Ji bo ew kesê ku pir dixwe tê gotin. "Ma aşê hawarê ye çi ye, hema devê wî digere."
Aşiq û maşûq bûn: Bengîn bûn.
Aşna û rûşna: Dîyar û zelal.
Aşop û xeyal: Xeyalperest. "Da ku aşop û xeyalên wan şiyar bibin."
Aşt kirin: Îkna kirin, aram kirin. "Birayê min niha gelek hêrs bûye, meraq neke ezê wî aşt bikim."
Av berdana serdan: a) xerab kirin. b) veşartin. "Dewlet dixwe av berde ser doza kursên zimanê kurdî ku kes zarokên xwe neşîne kursê. Piştre jî Ji Ewropayê re bêje ku kurd bi xwe naxwazin."
Av bi çav ketin: Berketin, fersend revandin.
Av bi dev ketin: Bênefsî, çilekî.
Av çû binê qûnê: a) şil bûn. b) guman kirin. c) tirs û lerz pê girtin.
Av di gerdenê de xuya kirin: Ev ji bo ew keçikên rind û spehî tê gotin. "Te keça mele dîtîye. Kuro bi xwedê av di gerdena wê de xuya dike."
Av di gunik de wergeriyaye: Av di şekokan de geriyaye. Balix bûn
Av girtina birînê: a) xedarbûna birîna ku li laş e. b) dema pirsgirêkeke nûtir, xerabtir û dijwartir bibe. „Birîna min ê av bigire."
Av jê guvaştin: zêde xebtandin., zehmet dayîn."Patron nahêle em rûnin, heta êvarê ava me diguhêşe."
Av jê kişandin: Ev ji bo kesê ku zêde bi karê seksî re mijûl e tê gotin. "Kuro li halê xwe binêr, pirî av ji te kişandinê, tu bûyî wek skelet û mayî."
Av ji dev çûyîn: a) çav têde bûn. b) matmayîn. "Min otomobîleke kirîye, heger tu bibînî dê av ji devê te here."
Agirxweş bûn: a) sempatîk bûn: "Wuso mirovekî agirxweş e." b) sohbetxweş bûn. c) başbûna rewşa aborî
Av ketina şeqoqê: a) zarokên ku nû balix dibin. b) kesê çav liser. "Erê lawo êdî av ketiye şeqoqa te jî."
Av lê ketin: a) nexweşî. "Hekîm dibêje ev li vî kurîkî ketiye." Ji bo bexçeyêku zêde bê av dan jî dibêjin: "Av li bexçe ketiye." b) av çûna darê. "Êdî adar e, av dikeve darê."
Av lê venexwarin: Bê guman, hema di cîh de biryar dayîn. "Heger min haletek li gor dest û dilê xwe bidîta, min av lê venedixwar."
Av lê vexwarin: Temam kirin, kuştin, mehf kirin.
Av lê zelal bûn: Agahdarî nayê girtin, wenda bûn. "Bavo çû û av li ser zelal bû."
Av li agir kirin: Dema mirov bixwaze bêje doz an jî meselê veşartin. "Hakim av li agir kiri û dozê vemirand."
Av li dest kirin: a) dest şûştin. b) xerabtirîn. " Turgut Özal hê av li destê Süleyman Demirel dikir."
Av li pey rêtin: Bi xêr û xweşî bi rê kirin. "Tu here em ê av li pey te birêjin."
Av li pey şêlû bûn: Wenda bûn. "Ew çû av li pey şêlû bû."
Av li piring bûn: Sist bûn, vemirandin. "Dema min jê re wek av li piring be, sist bû."
Av li ser birîn: a) ji ser tiştek qut kirin. b) alîkarî nekirin. "Îsal dewletê av li ser me biriye, ne krêdî dide me û ne jî gubre."
Av li ser garis zuwa kirin: Av lê birîn bnr.
Av li ser xwe ava kirin: Rîça xwe wenda kirin, xwe da alî.
Av li ser zelal bûn: Av lê zelal bûn bnr.
Av li ser zuwa kirin: Av li ser birîn bnr.
Av li xwe kirin: a) xwe şûştin. b) xwe helal kirin, cenûbeta xwe hilanîn. "şîno her sibehê av li xwe dike."
Av reşand gunê wî: a) vala vegerandin, b) rê li ber serketinê girtin.
Av rêtin: a) paqij kirin. b) miz kirin. "Mîrze Mihemed xwest li pişt deviyê aveke birêje. c) qisûr kirin. "Ma min av rijandiye ku tu weha di bin çavan re li min dinêrî?"
Av şêlû kirin: a) tevlihevî terxistin. b) veşartina meselê. "Tu dixwazî ku dozê şêlû bikî."
Av û agir bûn: Agir bûn bnr.
Av û aş: Eynî av e eynî aş e, ne baş e.
Av û av çûn: Ji binî ve çûn. Ji kîsê bavê xwe çûn. "Eskeran dor li mehkûman girtin, bi Xwedê vê carê av û av çûn, kes nikare wan rizgar bike."
Av û ax: Av û axa welatê min zêr in.
Av û delav: Xweî û avî. "Welatê bi av û delav xweş in."
Ava aş ji ku hatin: Di wateya ev hatina te an tiştên te yên ku hene te çawa bi dest xistiye. „Her roj otomobîleke nû di bin te de ye. Gelo ava aşê ji ku tê?"
Ava aşekî ji dev çûn: a) matmayîn. b) zêde ecibandin. c) evdal û reben bûn.
Ava baranê vexwarin: Ji bo esê famekor û kêm eqil tê gotin. "Kuro te çima weha kir, ma te ava baranê vexwaribû?"
Ava ber bi hevrazê ve çûyîn: Ji bo kesê rikok û serhişk tê gotin. „Ava te ber bi hevrazê ve diçe, tiştek nakeve serê te."
Ava bi coyekî de neçûn: Bi hev nekirin, li dij hev bûn.
Ava bin kayê bûn: Ji bo kesê hesûd, Beko Ewan tê gotin. "Tu ji xwe re weha lê mêze meke, ew ava bin kayê ye. Zikreşekî melûn e."
Ava bin kevir bûn: a) kesê bêdeng û nepenî. b) ava sar û xweş. c) kesê jêhatî.
Ava buhurekî bûn: Heman tişt. "Hûn herdu jî ava buhurekî ne."
Ava destê kê vexwariye: Ji kesekî tiştên xerab hîn bûn. "Ma te ava destê kê vexwariye?"
Ava germ di kabokan de hatin: Dema ji tirs, lerz û heyecaneke mezin hemû laşê mirov gij bibe. "Em hatin ser Stockholmê û bi carekê de balafira me hejiya, ava germ di kapokên min de hatin."
Ava çem disekine: a) nayê qebûl kirin, b) sînor derbas kirin. "Heger tu rexne li serokê kurdan bike, êdî ava çeman disekine. Êdî guhdarî nakin û dikarin bi mirov her tiştî bikin."
Ava heft şorbeyan ji dev çûn: Ava aşekî ji dev çûn bnr.
Ava heftê şorbeyan ji dev rijîn: Dilbijiyeke mezin û zêde.
Ava kelandî di çokan de hatin: Ava germ di kabokan de hatin bnr.
Ava kelandî di kabokan de hatin: Ava germ di kabokan de hatin bnr.
Ava kirin: Çêkirin, li dar xistin, durist kirin.
Ava qûna cer: Çi qenciyê dike, bê fêde ye. "Ez ava qûna cer im. Ez ji bo te çi çeyî û fedekariyê bikim, dîsa fêde nake."
Ava qûna kûz: Ava qûna cer bnr.
Ava reş bi lingan re hatin: Dema mirov bixwaze bêje bê hêz bûye, taqet nemaye, wê demê dibêjin "ava reş bi lingên (piyên) te re hatine?"
Ava reş di çav re hatin: Dema mirov bixwaze bêje ku tu hewqas fame kor î û pêş xwe nabî. " Ma ava reş di çavên te de hatiye, tu nabînî golik dimijî!"?"
Ava rû rijîn: Ev ji bo kesê ku şerm û heya nekin tê gotin. " Ava rûyê te rijiya ye."
Ava rû teqîn: Ava rû rijînê bnr.
Ava sar bi çokê de hatin: Ava reş bi lingan re hatin bnr.
Ava sar bi ser de kirin: Matmatî, ne li bendê bûn. "Piştî vê bûyera ne xweş wek taseke ava sar bi ser min re bikin."
Ava serberjêr çûyîn: Ev ji bo kesê rik û serhişk tê gotin. "Ava her kesî serberjêr diçe lê ya te serberjor diçe."
Ava serî germ kirin: Plana kuştin û xerabiyê amade kirin. "Weha xuya ye ava serê te germ bûye."
Ava serî kelandin: Ava serî germ kirin bnr.
Ava tobê li xwe kirin: Poşman bûn, carek din heman tiştî nekirin. "Here çend tas ava tobê li xwe bike û carek din jî tiştekî weha neke."
Ava zimzimê li xwe kirin: Ji bo kesê ne baş tê gotin. „Tu ava zimzimê jî li xwe kî dîsa pak nabî."
Avarû rijên: Bêşerm û bêheya bûn. "Bila ava rûyê hozan nerijên."
Avarû teqîn: Avarû rijên bnr.
Awaz û meqam: Awaz û meqamê M. Arifê Cizîrî xwerû bi kurdî ye.
Avê daye bin qûnê, hay jê nîne: Dema bela an qezayeke mezin bi ser mirov ve were û haya mirov jê tune be. "Avê daye bin qûna te lê malneket haya te ji te nîn e."
Averê bûn: a) ji rê derketin. Em ji vir averê bibin û di riya çiyê de em zû digîjin gund. b) şaş bûn, çewtî kirin. "Averê nebe û carekê dîtina xwe neguhere!"
Averê kirin: Ji rê derxistin.
Avêtin pişy guhên xwe: Girîng nedîtin, ji bîr ve kirin.
Avêtina avê: Bi erzanî firotin. "Min îro barê tiriyê avêt avê hema bi nîv bihayî firot û çû."
Avêtina ber azad û mezadê: Firotina serbest ku her kes dikare, kêm û zêde bike.
Avêtina ber bazariya çavan: a) baş lê mêze kirin, di çav de derbas kirin. "Min ew avêt ber bazara çavan. Na lo neket serê min." b) dev jê berdan. " Êdî divê em wê ji ber çav bavêjin û ji bîr bikin."
Afyon bûn: a) biha bûn, c) ne peydakirin, nedîtin. "Li welat şekir bûye afyon, perê mirov hebe jî mirov nikare peyda bike."
Avêtina ber çarşiya çavan: Avêtina ber bazariya çavan bnr.
Avêtina ber hev: „şakiro û dengbêjên din avêtin ber hev û şevbêrik germ û geş bû."
Avêtina ber mezadê: Avêtina ber azad û mezadê bnr.


Avêtina ber qinyata çavan: a) di çav re derbas kirin. b) bi biryara çavan pîvandin. „Min keçikê avêt ber qinyata çavan. Bi rastî ew gelek spehî bû."
Avêtina bin berîka xwe: a) pere kom kirin. b) pere xwarin, dizin.
Avêtina bin lingên xwe: Lê xistin, rezîl û riswa kirin.
Avêtina bin piyên xwe: Avêtina bin lingên xwe bnr.
Avêtina bin tûrê xwe: Avêtina bin berîka xwe bnr.
Avêtina bin xwe: a) ketina ser û lêdan. b) li ser tiştek rûniştin.
Avêtina bin zimanê xwe: a) xûgî xwarin. "Di vê meseleyê de mîna Zero jî tiştek bavêje bin zimanê xwe." b) tiştek avêtina devê xwe.
Avêtina dar: a) mirov tiştek bi dar ve dalqîne, b) îdam kirina kesekî.
Avêtina erdê: a) xistin, têkbirin, kuştin. "Hêzên Hevalbend di şerê nêzîkî bajarê Amsterdamê 20 balafirên Mîhfer avêtine erdê." b) ketina ser kesekî.
Avêtina hundirê xwe: Kesê ku keder û kulan dike zikê xwe.
Avêtina lingê yekî: Li dij yekî xeberdan. "Ez mêze dikim xalê min ne livir e û tu tim davêjî lingê wî."
Avêtina nav agir: Ketina nav merc û şertên xerab û dijwar. „Xwezî min qîza xwe neda te, min keça xwe bi destê xwe avêt nav agir."
Avêtina pêsîra xwe: a) şîrdayîna zarokan. "Dema tu bûyî şîrê diya te tune bû û min te avête pêsîra xwe." b) zaroka ku ne a mirov be û mirov wê wek zaroka xwe qebûl bike.
Avêtina pişt guhên xwe: Girîng negirtina tiştekî. Sersarî kirin. "Tu tim pirsa kurdî davêjî pişt guhên xwe."
Avêtina pişt xwe: Berhev û kom kirin. "Her meh hinek pere bavêj pişt xwe, heta tu mezin bibî, dê ji te re lazim bibe."
Avêtina piyê yekî: Avêtina lingê yekî bnr.
Avêtina qulikê: Avêtina girtîgehê, hefsê.
Avêtina qulpa paşîn: Rewş û îmkanên herî dawî û xerab. "Bi Xwedê îsal karê aksiyan xerab çû me avêtiye qulpa paşin."
Avêtina ser: a) êrîşkirina er kesek an jî cîhekê. b) avêtina ser kesekî din.
Avêtina stû: Avêtina ser bnr.
Avêtina yekî: Avêtina lingê yekî bnr.
Avêtina ziraviyê: Koçber kirin, sirgûn kirin. "Ev tirko ku welatê te standiye, miletê te ji xwe re kiriye xulam, bapîrê te dîl û malbata te perîşan kiriye û hûn avêtine ziraviyê, tu yê bi ser re herî dibistana wan a eskeriyê bixwînî û bibî mulazimê wan ha?."
Avî çûn: Hawî çûn. Wendayî.
Awir lê dan: Lê mêze kirin, lê vegerîn.
Awir tirş bûn: Made û rewş ne xweş bûn. „Min Zendo dît dîsa awirê wî tirş bû."
Awir tûj bûn: Bi wate û rik li kesekî mêze kirin. „Malneketo çima awirên te weha tûj in, mirov ji te ditirse."
Awir tûj kirin: Awir tûj bûn bnr.
Awirê şewitî : Bi dil û balkêşî mêze kirin. "Awirên te ez şewitandim."
Avis bûn: a) ducanî bûn. b) zêde eciz bûn. "Bes e lo pirî em bendê te man avis bûn û çûn!"
Avis kirin: Avis bûn bnr.
Aviya kulîlkê: Çûyîn heye û hatin tune. Wek riya hat û nehatê. "Ev aviya kulîlkê ye çi ye, bi serê me re hatiye."
Avjar qelandin: Ji navê rakirin. Qelendin. „Selçûkiyan xwestin avjara kurdan li dinyayê biqedînin."
Avpizavî kirin: Zarok an jî ajelên ku ji ber nexweşiyê xwarin naxwin.
Avşûtik ji dev çûn: Matmayî bûn. "Keçik reqseke weha xweş dike ku avşûtik ji devê xortan dibe."
Ax biavêjî li erdê naketin: Qelebalixeke zêde.
Ax çav têr bike: Ji bo kesê çikûz tê gotin. "Ax jî çavê te têrnake!"
Ax di dest de zêr bûn: Karker û senatkarekî baş. "Jîr û jêhatiye û ax di destê wî de dibe zêr."
Ax û dax: Berketineke dijwar û mezin.
Ax û keser: Ax û dax bnr.
Ax û nalîn: Ax û dax bnr.
Ax û of: Ax û dax bnr.
Ax û ox: Poşmanî, berketin.
Ax û wax: Ax û dax bnr.
Ax û xwelî li serê xwe kirin: Poşman bûn, berketin. "Me çi ax û xweliyê li serê xwe kir û vê qîzê xwest."

Ax û zar: Li ax û of bnr.
Axa bin gû: Bi kêrî tu tiştî nehatin.
Axa bin ling bûn: Gorî bûn, xulam bûn. "Ez axa bin piyê te me."
Axa bin pê bûn: Axa bin ling bûn bnr.
Axa sar: Mirin. "Emê di dawî de herin bin axa sar!"
Axên kişandin: Bêrî kirin, berketin.
Axir û oxir: Dawî bi xêr û xweşî.
Axura gan bûn: a) bê ser û berî. b) bê hurmetî. „Ma ev axura gan e?"
Ay ne pîkê: Dema mirov bixwaze ji tiştekî şerm bike wê demê dibêje. "Ay min ne pîkê!"
Ay pê reşê: Rezîl û rûreş bûn. „Ay min pê reşê!"
Ay û way: a) ciyekî mirov bêşe. b) xemgîn.
Ayîn û oyin: Li ay û way bnr.
Aza û rizgar: Serbest û bi dilê xwe bûn.
Azar dan: Pê re xeyîdîn, berê xwe dan.
Azar û xem: Derd û kul. "Em kurd xwedî azar û xem in."

Ba bi ber guh ketin: Hîs kirin.
Ba bi ber ketin: Fis kirin, bêşermî bûn.
Bavê xwarinê bûn: kesê berjewendîperest. "Ez dizanim ew ne dostê min in, bi tenê bavê xwarinê ne."
Bin guh sor kirin: Lêdan
Bizrê kuliyê bûn: Ji bo ew kesê ku zarok û endamê malbata wan gelek in tê gotin. Bextereşno tu dibêjî qey bizrê kuliyê ne, her yekî 15-20 zarokên wan hene!"
Bêqewl bûn: a) bêsoz bûn, b) bêbext bûn.
Bi bihayê kerê mirî: a) bêqîmet, b) gelek erzan. "Ez nikarim radyoya xwe ya nû bi bihayê kerekî mirî bidim te!"
Bi ser avê nexistin: a) bi dest nexistin, b) veşartî mayîn. "Me kir ne kir tiştek bi ser avê nexist."
Bi destgirî bûn: Ev gotin ji derî nîşanbûnê wateyeke wê yê din jî heye ku ev biwêj e. Kesê xwe veşêre û bi şermokî û dizî here. "Îsal ez ji tirsa bavê xwe behçere bûme destgirtî!"
Ba di ber de çûyîn: Ji bo tiştekî çikandî ku baş di cîhê xwe de diçe û lê tê. "Min mîx kuta ku ba di ber re naçe."
Berdestî bûn: a) xulamî kirin, b) xizmet kirin.
Bi erd û eman sondxwarin: Sonda herî mezin
Ba di bin zik de derbas bûn: Ji bo jîndaran ku dimirin. "Tiştê ku ba di bin zik re derbas be, qîmeta wî tune û dê rojekê bimire."
Balgî û berpal bûn: a)xwedî lê derketin, b) spartin. "Kes tune ji peyayê mala bavê min re bibe balgî û berpal!"
Bi dara mirzan kirin: a) lava, b) sondxarin
Balete bûn: a) xuya kirin, b) dor lê girtin."Eskerên êla Berodera hema wesa li wan balete bûn."
Bi qirika hev girtin: a) gotûbêj kirin, b) şer kirin. c) sûcdar kirin.
Ba jê berdan: Lêdan. "Ez rabûm ez ê ba ji te berdim ha!"
Ba ji ber çûn: Nerm kirin, sakîn kirin.
Bi sed koranî: Bi heyf û mixabin.
Ba ji te û baran jî ji te: Kesê ku him pêşnîyaz dike û him poşman dibe.
Ba lê anîn: Fersend û keys dîtin. "Kero min ba li te aniye, êdî tu nikarî xwe ji destê min rizgar bikî!"
Ba li ber serê xwe berdan: Bîhna xwe berdan. "Dema tu dikevî tengasiyê ba li ber serê xwe berdidî."
Ba li ser milê xwe ne hilgirtin: Bi xwe zêde bawer bûn. "Min ba li ser milê xwe hilnedigirt û min digot ez dê cîhanê biguhêrînim."
Bal û dana xwe dayîn: a) bi baldarî lê mêze kirin, b) di çav re derbas kirin.
Ba pê ketin: a) deng tir û fisan jê derketin. b) hewezkar bûn. "Bayê bazirganiyê bi Berzan ketiye, îro çend roj in ez nizanim bi ku de çûye."
Ba qûna kerengê dide hewa: Dema kesekî fort û propagandayeke vala û mezin bike û mirov dizane ew gotinên vala û tewş in. "Erê ba tê û qûna kerengê dide hewa."
Ba rû serbar giran kirin: a) zêde bar hilgirtin an bar kirin. b) zêde kar û wezîfe girtina ser xwe.
Ba tê her kes bêdera xwe dide bayê: Her kes li ya xwe ye û ji xwe re dixwaze.
Ba tê her kes kumê xwe li serê xwe digire: Her kes ji xwe berpirsiyar e. Mirov nikare di şûna kesî de ceza bide kesekî din an jî wî berpirsiyar bigre.
Ba û babelîsk bûn: a) zêde jêhatî û bi huner. "Ba tê û babelîsk digerîne." b) bela û tofan bûn.
Ba û bager: Ba û babelîsk bûn bnr.
Ba û bahoz: Ba û babelîsk bûn bnr.
Ba û bapêş: Nexweşiya ku mirov ji hev dibe. "Zarokên me hemû bi ba û bapêşê ketine."
Ba û bapûk: Dema ba zêde tê û berfê bi xwe re bi ba dike.
Ba û baweşîn: Hênkayî, xweşî.
Ba û pûk: Ba û bapûk bnr.
Babacan bûn: Mirovê xwîngerm û sohbetxweş. "Zerdeşt xortekî babacan e."
Babidest bûn: Xizan, destvala. "Ew mirovekî babidest e, tu kar jê naye."
Badilhewa axaftin: Axaftina bê encam.
Badilhewa çûyîn: Belaş dayîn, xêr jê nedîtin. "Baran nebarî zevî hişk bûn, keda me ya salane badilhewa çû."
Bal dayîn: Qîqet kirin. "Min bala xwe da ku sê siwar ji wir ve wekî xar tên."
Bal kişandin: Serinc dayîn, îqaz kirin. "Divê ez bala te bikişînim, rê 120 e lê tu 180 dajoyî!"
Bal û bîr: Fikir û raman. "Bal û bîra xwe bide ser wêjeya Rojhilat."
Bal û dêhna xwe dayîn: Bala xwe dayîn bnr.
Bal û serinc: Dîqet kirin.
Bal û xeyal: Bal û serinc bnr.
Bala xwe dan: a) dîqet kirin. b) mêze kirin an jî guhadarî kirin.
Bang û hawar: Alîkarî xwestin, îmdat.
Bar bûn: Ketina stû, li ser mayîn. "Tu ji min re bûyî bar, ez nikarim te xwedî bikim."
Bar dagirtin: Kezenc kirin. "Wî têra xwe barê xwe dagirtiye."
Bar danîn: a) nirx û bihayê tiştek diyar û zelal kirin. Dema keçeke dixwazin dibêjin "bare me dayne, ka em dikarin di bin re rabin an na?" b) teslîm bûn an jî dev jê berdan. "Cenga Mezin a Cîhanê ya Yekem bi şikandina Elman û hevalbendên wî dawî lê hat û barê xwe danî."
Bar e li mil e: Wezifeye dive bê bi cîh anîn.
Bar giran bûn: Xwediyê karê giran an berpirsiyariya mezin. "Barê min giran e, ez divê li dê û bavê xwe mêze bikim."
Bar giran kirin: Dema mirov ji qeweta xwe zêdetir tiştek bike. "Te kovarê girt ser xwe, bare xwe giran kir."
Bar hildan: Berpirsiyarî girtin, kar kirin. "Min vî barî hildaye ser milê xwe, divê ez heta dawî bibim."
Bar ji ser xwe avêtin: Berpirsiyariyê negirtin. "Min vî barê giran ji ser xwe avêt û ez sivik bûm."
Bar lê kirin: Wezîfe an jî karê zehmet. "Barê giran li min nekin, bi Xwedê ez nikarim di bin de rabim."
Bar qulibandin: Îş xerab bûn. "Barê min qulibî ye lo!"
Bar ragirtin: Bikaribe di bin wezîfe û kar de rabe. "Her kes nikare barê me ragire."
Bar rakirin: Bar hildan bnr.
Bar û barxane: Tiştên ku li ser pişta heywanan in û ji cêhekê dibin cîhekê din.
Bar û binbar: Bar û barxane bnr.
Bar û dar: Karê ku bi darê zorê tê kirin. "Derxin ker û ga ji bin bar û dar."
Bar û dox: Mijar, babet. "Bar û doxa ku em li ser qise dikin."
Bar û piştî bûn: Wezîfe. "Ev dikan ji min re bûye bar û piştî, ez nikarim dest jê berdim û bi cîhekî ve herim."
Bar û serbar bûn: Wezîfeyê girantir. "Kes li vê male kar nake, bar û serbar hemû li ser pişta min e."
Bar xwar bûn: Dema karê kesekî baş nemeşe. "Barê te xwarbûye, ji bo vê yekê tu bi aliyê me ve têyî!"
Baran sekinî ga cil kir: Pêşî tedbir nagire, piştî zerarê tedbîra xwe digire.
Barê êzingê min: Ji bo kesê rikok tê gotin. "Tu tim dibêjî bare êzigên min û tu tiştek nabêjî."
Barê piştê bûn: Emelê serî bûn. "Tu tim barê pişta min î."
barê serî bûn: Ketina stû an jî emelê serî bûn. "Tu barê serê min lawo Ez nikarim te xwedî bikim."
Barê stû bûn: Barê serî bûn bnr.
Barê xwe dagirtin: a) barê xwe tijî kirin. b) Dewlemend bûn.
Barê xwe girtin: a) zêde dewlemend bûn. b) têrxwarin. c) talan û dizî kirin.
Barê xwe hilgirtin: Barê xwe girtin bnr.
Barê xwe lêxistin: a) zêde qezenc bi dest xistin. b) xûgî û bac girtin.
Barê xwe li bare yekî xistin: Ji bo cerbandin û telesiyê tê gotin. "Herçî dijmin piştî ku barê xwe li barê Betlemyos xistibû, nema dixwest pê re berberiyê bike û gelek hesap jê dikir."
Barê xwe li tajiyê kirin: a) îflas kirin, topavêtin. b) ji bo kesê feqîr yê bê mal jî dibêjin.
Barê xwe qam kirin: Cerbandin, niqandin. "Baş e Gênc Xelîl, em herin barê xwe qam bikin."
Bargiran bûn: Xwedî berpirsiyariya giran û mezin. "Doza Kurdistanê dozeke mezin e. Ji ber vê yekê barê me kurdan jî gelek giran e."
Bi av û aravê re çûyîn: a) di bin piyan re çûyîn, b) bileheq çûyîn, c) xerabî û pîsîtî. "Ez bi av û rava dewletê re çûm û ketim nav vî karê xerab."
Barûd bûyîn: Zêde hêrs bûn. "Dema bihîst ku min otomobîla wî şikandiye bû barûd û maye."
Bas k sist bûn: Teng sist bûn. Têkçûn, bê moral bûn. Bi tirkî "yelkenlerî suya îndirmek."
Bask qusandin: Dema mirov bixwaze guhê kesekî bikşîne an jî wî/wê terbîye bike. "Ez ê baskên te biqusînim."
Bask sistbûn: Bêdil û bêtaqet bûn. "Êdî baskên min bi min re sist bûne û ez naxwazim tiştek bikim."
Basko kirin: a)ji per û pûrt kirin. b) ji hal xistin, lêdan.
Baş û xweş bûn: Tiştê ku li gor dilê mirov be.
Baş û xweş kirin: Baş û xweş bûn bnr.
Bav ji gorê rabûn: Bê îmkan û bê tawîz. „Bavê te ji gorî jî rabe divê tu deynê xwe bidî."
Bav ji hev re çêkirin: Bavê hev anîn pêş çavên hev bnr.
Bav lê şewitandin: Dema mirov bixwaze bêje ku min zora kesekî bir an jî ez ê zorê bibim û ew mehf bikim. „De were em bazdin, ezê bav li te bişewitînim!"
Bav û bapîr: Esil, sulale. "Bav û bapîrên me 300-400 sal berî niha ji aliyê Meraşê hatine li Anatoliyê bi cîh bûne."
Bav û bira bûn: Başî û aramî. "Em û ciranên xwe wek bav û biran in."
Bav û kal: Bav û bapîr bnr.
Bavê bavê bûn: Dema mirov ji kesekî zêdetir hez bike an jî karekî li gor dilê mirov bike. "Tu bavê bavê min bî ha, te baş kiriye!"
Bavê feqîr û fiqaran: Kesê ku feqîr û fiqaran diparêze û ji wan re alîkariyê dike.
Bavê hev anîn pêş çavên hev: a) bê minetî. b) hevdu rezîl kirin.
Bavê hev şewitandin: Bavê hev anîn pêş çavên hev bnr.
Bavê Seyro bang kirin: Kêf û şahî kirin. "Heger min cot û rez rakir, ez ê vê zivistanê Bavê Seyro bang bikim."1
Bawerî dayîn: Kesê ku dixwaze bawerî bide der û dorê. „Divê partî baweriyê bide xelkê ku xelkî dengê xwe bide berendamên wê."
Bawerî pê anîn: Bi kesek an jî bi tiştek bawer kirin. "Min baweriya xwe bi te aniye ku tu derewan nakî."
Baweriya li ser dev û lêvan: Baweriya ne ji dil, bi gotinan.
Bax û bostan: Hişînahî, dewlemendiya xwezayê, bereket.
Bax û gulşen: Bax û bostan bnr.
Bayê lêxist û avê bir: Bê sûç û sedem zerar dîtin, mehf bûn.
Bayê sor pê ketin: a) dest û ling girêdayî. b) Xwedê nehiştin. „Bayê sor bi me ke ve, tê digot qey keçik li deşta Dîyarbekirê qediya bûn, min çû Zîna Xanima Mezin anî."
Bayê wî/wê bilind bûn: Qure û bi fîyaqe bûn. "Bayê cîrana min gelek bilind e!"
Bayê wî/wê rabûye: Başbûna kar û bar, li kar sor bûn.
Bayê xezebê bûn: Bela û tofana mezin û nedîtî. "Kuro ew malbat bayê xezebê ye û xwe dûrî wê malbatê bide gidî!"
Bayek bû hat û derbas bû: Ji bo kes û tiştên demdemî tê gotin. "Guh nedê, ê me jî bayek bû, hat û çû."
Bayek ji ber sere xwe berdan: Bîhn vedan. Tebdîlî hewa bûn.
Bazara canbazan bûn: Dek, dolab û xapandin. „Sîyaset bûye bazara canbazan, kê kî xapan û berjewendiyên xwe parast."
Bazara cûhiyan kirin: Cûhî gelek çikûz in û bazara wan nabe.
Bazara gayê ecem bûn: Dema tevlihevî û sergêjiyeke mezin hebe. "Mesela pirtûka me bûye mesela gayê ecem."
Bazda ser xwe: Hişar bû, hilfirî ser xwe, hişhatina serî. "Dema Siyamend bazda ser xwe, dît ku Xecê digirî."
Bazdan ser hev: Têkiliyên cînsî. "Dema li çarşiya Farqînê kûçik baz didan ser hev, xelk radibûn temaşa wan."
Bazdan: a) zû bi rê ve çûn. b) ji ber dewletê revîn, qeçax bûn. "Kurê min ji ber cuntaya 12ê Îlonê bazda Binxetê û ev bîst sal in ku venegeriya ye malê."
Bê ar bûn: a) berxwe neketî. b) şemûz û şûmîkar.
Bê ar û heya bûn: Bê ar bûn bnr.
Bê avrû çûn: Kesê ku rûyê wî nayêşe, şerm nake.
Bê ber mayîn: Encameke baş ne bi dest xistin.
Bê direxî: Bê perwa, bê teqsîr.
Bê erz kirin: Rezîl kirin. "Weleyî tu vî karî bikî, ez ê te di nav xelkê de bê erz bikim ha!"
Bê hemd bûn: Ji kontrolê derketin, tehamul nekirin. "Êdî bêhemdê min bû, min lê da."
Bê hesab û bê kîtab bûn: Bê fikir û bê plan. „ Kurê min maeşê xwe digire bê hesab û bê kîtab xerc dike û dibe dehê mehê bê pere dimîne."
Bê hevrî û hevber bûn: Bê hemsal û hempa bûn. "Xwedê bê hevrî û hevber e."
Bê hevsar bûn: Ben bi lingan neketiye bnr.
Bê heya bûn: Bê ar bûn bnr.
Bê hiş bûn: a) hiş ji serî çûyîn, gêj bûn. b) dîn an kêm eqil bûn.
Bê îman bûn: Bê merhemet bûn, ne dilovan bûn.
Bê îman çûyîn: Ji bo kesê ku zilm û zordariyê li derdora xwe bike û dema bimire, tê gotin ku " ew bê îman çû."
Bê kefen ketina gorê: Dema mirov ji kesekî nexweş be vê biwêja nifirî lê dike."Wey tu bê kefen bikevî gor." Yanî tu weha xizan û perîşan bibî ku pereyê kefenê te jî tune be, tazî û rezîl bimînî.
Bê kêr bûn: Bê marîfet û huner. "Lawê min kurekî bê kêr e û nikare ji heqê xwe derbikeve."
Bê kes bûn: a) kesê ku meriv û dostên wî tune ne. b) bê xwedî û reben.
Bê kesiyê pişt lê şikandin: Bê mirov û bê îmkanî. "Bê kesiyê pişt li min şikandiye, ez nikarim tiştek bikim."
Bê keys kirin: Lêdan, ji hal xistin. "Polîs ez bê keys kirim."
Bê kezeb bûn: Tirsonek. "Memo mirovekî bê kezeb e."
Bê nan û xwê bûn: Nankor û her tiştî înkar kirin.
Bê par bûn: Ne xwedî tiştek bûn. "Tu di vê dinyayê de ji hebûnê bê par î û di dinayay din de jî ji îmanê bê par î!"
Bê perde bûn: Zelal û eşkere. "Metirse birayê min karê ku em dikin bê perde ye, têde hîle û xurde tune ye."
Bê perwa bûn: Bê direxî bnr.
Bê pişik bûn: Tirsonek. "Lo de behsa wî neke, ew mirovekî bê pişik e."
Bê pişt bûn: Bê kes û bê xwedî."Kesî min tune ez bê piştim."
Bê pişt û pal bûn: Bê pişt bûn bnr.
Bê piştmêr bûn: Bê kes bûn bnr.
Bê pûl û pere bûn: Destvala û perîşan mayîn. "Ev sê roj in ez bê pûl û bê pere me."
Bê pûl û pere mayîn: Bê pûl û pere bûn bnr.
Bê qeyd û şert: Bê bazarî û bê sînor.
Bê qeza û bela: Mirov rastî qeza û belayan neyê û nebîne.
Bê qursax bûn: Bîhnteng bûn bnr.
Bê rêtî kirin: Bêrêtî bûn bnr.
Bê ser û bê berat çûn: Ji binî ve wenda bûn. Nedîtî.
Bê ser û ber bûn: Bê plan î dîsîplîn. "Karê Elî bê ser û ber e."
Bê ser û ber bûn: Bela wela bûn, bê dîsîplîn bûn. "Ew mirovekî bê ser û ber e, nikare di dema xwe de karê xwe biqedîne."
Bê ser û bin bûn: Mezin, bê hesab. "Ev bexçe bê ser û bin e."
Bê ser û pê bûn: Bê sermiyan û bê xwedî. "Zarokên malê bê ser û bê pê ne."
Bê ser û şûn çûn: Bê ser û berate çûn bnr.
Bê serberate çûn: Bê ser û bê berate çûn bnr.
Bê serî gerîn: Gêj bûn, hiş ne li serî bûn. "Gulcan di hunddirê malê de bi vir de, wir de diçû, bê serî digeriya."
Bê serûpa bûn: Bê dîsîplîn, bê helwest bûn. "Memo mirovekî bê serûpa ye."
Bê star man: Bê xwedî û bê kes mayîn. "Bavê wan mir ew bêstar man."
Bê tam bûn: Bê xwê bûn bnr.
Bê taqet bûn: Westiyayî, dilnexwestin.
Bê taqet ketin: Bê taqet ketin bnr.
Bê teşe bûn: Ne xweşik, bê bîçim bûn. "Ev keçik çima weha bê teşe ye!"
Bê şermî bûn: Li ber xwe ketin. "Em dereng gehiştin civînê, ji bo me rewşeke bê şermî çêbû."
Bê wefa: Bê nan û xwê bnr.
Bê wuc bûn: Bê bersiv, bê netîce. „Min hawar kir kes bi hawariya min re nehat, hawariya min bê wuc ma."
Bêbav bûn: a) zalim, b) bêbext, c) jêhatî.
Bêcir bûn: Kesê cir nexweş. "Kuro ew zilamekî bêcir e!"
Bedbîn bûn: Reşbîn. Bêhêvî bûn.
Bêdeng mayîn: Deng nekirin, li hember derneketin.
Bêder li ber bayê bûn: Amede bûn "Min pirtûka xwe nivîsandiye û ez dikarim bêjim êdî bêdera min li ber bayê ye."
Bêdera xelkê bi bakirin: Bêdera xelkê dêrandin bnr.
Bêdera xelkê dêrandin: Ji xelkê re karkirin, b) xebata ku ji bo berjewendiyê xelkê be.
Bêhatî mayîn: Ecêb mayî bnr.
Behecîn: Zêde qehrîn, berxwe ketin. "Ez ji derdê te behecim lo!"
Bêhevber û bêhempa bûn: Bêemsal û bê mîsal bûn.
Bêhevrî û bêhevber bûn: bêemsal û bêşirîk bûn
Behîme bûn: Manyak û gêj bûn bûn. „Ez bûme behîme û nizanim çi bêjim."
Behsa buhiştê kirin: Ji buhiştê axavtin bnr.
Behsa kûçik kirin û dar girtina dest: Ji bo kesê xerab û bê şexsiyet tê gotin. "Behsa kûçik bike û dar (ço) bigir destê xwe."
Bejin tûle bûn: Tûle navê kûçikê jar û pîs e. Bejn tûle yanî mirovekî gelek pîs û nexweş e.
Bejin xilçik bûn: Ji kesê kin û zikreş re tê gotin. "Hoy lawo ew çi bejn xilçik e!"
Bêjiyê piştê bavê bûn: a) kesê ku pişt pê nayê girêdan. b) bext û bêbextî li cem yek e.
Bejn revandin: Zêde dirêj bûn. "Te di salekê de gelek bejn revandiye ha!"
Bejn û bal li ser bûn: Dirêj û xweşik bûn.
Bêkêr bûn: Bê huner bûn, kar ji dest nehatin. "Birayê min ê mezin mirovekî bêkêr e, tu tişt ji dest nayê."
Beko Ewano bûn: Fesad û şalûz. "Kuro çi ferqa te Beko Ewano heye?"
Bela bi serê xwe de kirin: Dema mirov ji kesekî re alîkariyê bike û piştre li ser mirov bibe bar û piştî. "Min birayê xwe anî Swêdê, bela bi serê xwe de kir."
Bela bi serî de anîn: Xapandin û tûşî nav xerabî û nexweşiyan bûn.
Bela bi serî de hatin: Tiştên ne baş bi serî re hatin.
Bela derxistin: Li belayê gerîn û bela xwe di xelkê re dayîn.
Bela ketina ber derî: a) tiştê ku di stûyê mirov de bimîne. b) kesê ku bela xwe ji mirov veneke.
Bela kirîn: Kesê ku li şer û tevliheviyê digere. "Me ji xwe re xanî nekirî bela kirî. Cîranê me her roj şer derdixe."
Bela li çav ketin: Ne razîbûn. Dema mirov ji kesekî ezic bibe vê nifirê dike. "Bila bela li çavên te bikeve, lêbelê dûrî lawê te be!"
Bela wela bûn: bê ser û ber, bê plan bûn. "Cûnta hat ser hukim malbata me bela wela bû."
Bela wela kirin: Bela wela bûn bnr.
Bela xwe jê vekirin: Dev jê berdan. „Bela xwe ji me veke û li riya xwe here!"
Bela xwe tê dan: Bela xwe jê vekirin bnr.
Bela xwedê bûn: Dema mirov nikaribe xwe ji destê kesekî xelas bike. „Lo tu bela xwedê yî, de here serê te bixwe lo!"
Belaş û helaş: a) tiştên bê xwedî. b) malê belaş û erzan.
Belaya xwe dibîne: Kesê çavsor muheqeq rastî belayeke tê.