aborî bi razanê û zikmizdanê nabe, bi xebat û xwêdanê dibe.

Agir berda kayê û xwe da aliyê bayê.

Agir bi agir venamire.

Agir di kevnebizûtan de dimîne.

Aşê dînan bê av digere.

Aşê xerabe arvan nahêre.

Ava bin kayê deng jê nayê.

Av diçe lê aş li cîhê xwe dimîne.

Av dilop dilop dibe gol.

Av di serkaniyê de şêlû dibe.

Av ji kaniyê û nan ji baniyê

Av û agir razin, dijmin ranaze.

Av şûna nan nagire.

Ava golê dimîne heta salê.

Av di golê de genî dibe.

Ava hêdî me ecêb jê dî.

Avahiya ku dû jê here, venamire.

Ax û avahî, nav û navdayî.

Axa bi xulam e, xulam, xulam jî bi olam e.

Axa got mirtib: ezê rabim li te bixim. Mirtib got: axayê min ezê rûnim.

Axîna kûr ji dilê kûr tê.

Azadî hat dinê, zimanê lal hat vekirinê.

Axayê me Pilo şîva kerê me bû çilo.

Axaftina bi zîvî bikire û bizîvî bifroşe.

 

Ba li dîwarê der ve dixe.

Ba çawa tê, bêderê weha bide bayê.

Ba pê ket, kûçik li pey ket.

Bajarî li erdê nêrî.

Banek û bagurdanek.

Banê xanî tenê bi keviran bilind nabe.

Bar mirov nayêşîne, serbar mirov dêşîne.

Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e.

Baran li cîhê avî dibare.

Barekê dirav an barekî derew.

Barê giran tim li ker dikin.

Barê hêştir,li ker nayê kirin.

Barê serê bê eqil, ling dikşînin.

Baş be lê ne belaş be.

Bav ber bi zarok diçe, zarok ber bi çiya diçe.

Bavê mirov pişta mirov e.

Baweriya kurdan her bi çiyê tê.

Beq bi avê serxweş dibe.

Ber(kevir) li cîhê xwe bi rûmet e.

Berê bişêwire, piştre bikire.

Berê text ya jinan bûye.

Bertîl kevir nerm dike.

Bextê reş tim yê xwedî ye.

Bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kî yî.