Ji Licê çend pêkenok


Danîna sînorê Licê û Silîvan
Li gor dîrokzanan Licê Zirkî ne û Entax jî navenda Zirkiyan bûye. Zirkî û Silîvî cîranên hev bûne. Di nav Zirkî û Siliviyan de tim şer û bûyerên mezin derketine. Ji wan bûyeran yek jê jî dîyarkirina sînorê navbera Zirkî û Siliviyan bûye. Çîroka sînor weha tê gotin.
Dibêjin ku ji bo dîyar û çareserkirina pirsgirêka sînorê navbera Zirkî û Siliviyan du heyet hatine tespîtkirin. Herdu heyet biryar digirin ku Zirkî û Silîvî her yek xwarinekê çêbike û xwarin li kû sar bû sînor heta wir e. Herdu alî jî xwarina xwe çêdikin. Zirkî ji Licê û Silîvî jî ji navenda xwe ber bi hev ve dikevin rê. Heyet dê di çend deqîqeyan de carek bicerbîne ka xwarin sar bûye an na. Silîvî hêkerûn çêdikin û heyet ji Silîvanê dikeve rê û di çiya de ber bi navenda Zirkiyan ve dimeşe. Piştî 20-25 deqîqe heyet nêzîkî li gundê Helhelê dike. Heyet kevçî li hêkerûnê dixe, dinêre ku hêkerûna Silîviyan sar bûye û heyet di ciyê xwe de radiweste. Zirkî jî keşkerûn çêdikin û heyeta wan ber bi Silîvan ve dikeve rê. Heyet cara pêşî li ba Dêrxustê kevçî li keşkerûnê dixe, dev li wan dişewite û li riya xwe dewam dikin, digîjin binê Kerwesê carek din kevçî li keşkerûnê dixin, dinêrin hîn jî germ e û devê wan dişewite. Li Zengê carek din kevçî lê dixin, mêze dikin hîn jî mirov nikare bixwe. Dîsa heyet li rê dom dike. Di çiya de diqelibin aliyê din û diçin Helhelê û rastî heyeta ku ji Silîvan hatiye tên û li wir rawestana tên. Li wir endamên herdu heyetan bi hev re kevçî li keşkerûna Zirkiyan dixin, dibînin ku hîn jî keşkerûn ji germê nayê xwarin. Zirkî dibêjin ku emê ber bi Silîvan ve dom bikin heta ku keşkerûn sar bibe. Herdu heyet dibînin ku heta nav Silîvanê jî keşkerûna Liciyan sar nabe, lava dikin " ji bo xwedê û pêxember hewqas jî nabe lo! Heta wir bes..." Bi lava û dexîlan Zirkiyan îqna dikin û kevirên sînor li wir dadiçkînin. Ji wê rojê pê ve sînor nayê guhartin û sînorên Zirkiyan na yê Liciyan heta nêzîkî Sîlvanê dimîne.
Licî û Silîvî stran jî li ser hev çêkirine. Yek ji wan strana "Ha bi şer e."
Licî ji bo Silîviyan weha dibêjin:

Ha bi şer e, şer e, şer e,
ha bi şer e, şer e, şer e.
şerê me û Silîvan,
şerê me û Silîvan
me li hev xistî bi behîvan
me li hev xistî bi behîvan.

Silîvî jî ji bo Liciyan weha dibêjin:
Ha bi şer e, şer e, şer e,
ha bi şer e, şer e, şer e.
şerê me û Liciyan,
şerê me û Liciyan
me li hev xistî bi kevçiyan

me li hev xistî bi kevçiyan…

 

Mîr çawa rojê guhart
Wek tê zanîn navçeya Hênê li rojavayê Licê ye. Di dema mîrîtiyê de, Hêne girêdayîyê Licê bûye. Her ku Hêneyî sibehê çûne Licê tavê li nav çavên wan xistiye. Heta kar û barên xwe kirine, roj zivriye û bûye danê êvarê. Wê demê ketine rê û çûne Hênê. Dîsa berê wan ketiye rojê û tîrêjên rojê heta gehîştine Hênê li nav çavên wan xistiye. Hêneyî nikarîbûne çavên xwe vekin û ji germ û xwêdanê perîşan bûne. Hêneyî xwestine ji wê ezabê cehnemê xelas bibin. Mîr û Serokên Hêneyiyan hatine ba mîrê Licê û ji rê lava kirine:
- Mîrê me, dema her sibehê em tên Licê, tav li nav çavên me dixe û ber bi êvarê jî dema em vegirein malê dîsa tav li nav çavên me dixe. Em perîşan bûn ezbenî! Çi dibe, ji me re çarekê bibîne û vê rojê ji ser çavên me bide alî!
Mîr dibêje:
- Heger hûn ji min re çend mîh û çend weqî rûn bînin, ezê tavê ji nav çavên we bidim alî.
Ew bi paş ve vedirerin Hênê û daxwazên mîr bi cî tînin. Mîr ji wan re dibêje:
- Sibehê berî nîvro mewin Licê, piştî nîvro ji Hênê werin Licê. Wê demê roj dikeve pişt we û tav li ser çavên we naxe. şevekê li Licê bimînin û sibehtirê zû jî, ji Licê derbikevin û herin Hênê. Dîsa roj dikeve pişt we û herweha hûn ji tavê xelas dibin. Bi saya eqilê mîrê Licê, ji wê rojê pê ve Hêneyî ji wê ezabê cehenemê rizgar dibin.


Tirkiya Liciyan

Nebixêr rojekê baytarekî tê Licê. Xelk behsa baytar dike. Yekî Xincisî dipirse:
- Kuro bêtar çi ye?
Dikin-nakin nikarin pê bidin fêm kirin. Piştre ji wan kesên hazir yek dibêje:
- Lêlawo ehmeqê Xwedê ji doxtorê heywanan re dibêjin baytar. Vê carê te fêm kir?
Ew destê xwe li jinûya xwe dixe û bi kêf dibêje:
- Ev dewlet çi ker e, doxtorê însanan tune, lê radibe yê heywanan dişîne vir! Xwedê ji min re çi li hev anî. Ev çend roj in ku golika min gelek nexweş e. Ez sibê zû dibim cem wî bênamûsî ka dê çi bike!
Ciwamêre me sibehtirê ben dike serê golika xwe ya nexweş û ew dibe cem baytar. Baytar bi tirkî jê dipirse:
- Xalo çi yê golika te heye?
Xalo jî dest pê dike, ji re bi tirkî behsa nexweşiya golika xwe dike:
- Bêtar beg, bêtar beg goliksin hema çawa goliksin. Namusiz goliksin. Xedar û giran nexweşsin. Wey babooo!… efendime solîyem...ev tam êkî hefte ye, ka veriyorsin, yemiyorsin, ceh veriyorsin, yemiyorsin û su veriyorsin, yemiyorsin. Zirte zirt ediyorsin û çirtik û lotik atiyorsin… Fişş… rêx û virik atîyorsin eynî uç mîtro uzaxe gîdîyorsin. Bêxwedî orrorr û fişfiş ediyorsin û hema gilêz akiyorsin…Sonre gêj oliyorsin û rep û duşiyorsin. Ben bilmiyorsin û sen ne yapiyorsin, yapiyorsin.Hema Elleh ûçin bir çare-mare, îlac-mîlac veriyorsin…Efendî sen eyî biliyorsin, qurbansin, güzimsin! Hewqas ne hewcê gotinêsin looo, ma ne efendîsin, dewletsin?