MÎTANÎ Û PERWERDEYA HESPAN


Di zemanê berê de grekiyan ji axa navbera çemên Ferad û Dîclê re Mezopotamya gotine û ev nav heta îro weha maye. Wek tê zanîn şaristaniyê cara pêşî li Mezopotamyayê dest pê kiriye. Mirov li wir ji nêçîrvaniyê derbasî cot û cebar, ajel xwedî û kedî kirinê bûne. Li gor Arkeologan gundê şanîdarê li cîhanê gundê pêşî ye ku mirovan ava kiriye.

Di van salên dawî de arkeolog li vê herêmê rastî çend wêneyên ku li ser hestiyan hatine kolan û çêkirin hatine. Ji wan wêneyan yek jî wênaya hespekê ye. Di wê demê de pirtûkekê ku li ser hesp û perwerdeya hespan hatiye nivîsîn jî ketiye destê arkeologan. Ev pirtûk berî 4.000 salî hatiye nivîsîn. Navê nivîskarê vê pirtûkê Kîkkûlî ye. Pirtûk bi zimanê Mîtanî ye.

Mîtanî bapîrên kurdan in. Ew nêzîkî 2000 sal berî Îsa li bakurê Mezopotamyayê bi navê Mîtanî dewleteke mezin damezrandine. Paytextê Mîtaniyan nêzîkî bajarê Nisêbînêya îroyîn bû. Li gor lêkolîna arkeologê fransî Gu Contenua,1 Mîtaniyan hesp ji çiyayê Zagrosê girtine, xwedî û kedî kirine. Sumerî di wê demê de li başûrê Mezopotamyayê dijiyan û cîranê Mîtaniyan ên başûr bûne. Ji ber vê yekê Sumeriyan ji hesp re gotin kerê çiyê. Weha diyar dibe ku Sumeriyan pêşî ker dîtine ku hesp şibandine ker.


Kîkkûlî di vê pirtûka xwe de li ser teknîka perwerdeya hespan dûr û dirêj radiwestiyaye. Ew nivîseye ku divê mirov pêşî hespê hêdî hêdî bimeşîne, ew germ bike û pişt re dest bi meşa dirêj bike. Di meşên dirêj de, pêşî bi galopî, piştre bi rewanî û di dawî re jî bi loqî hespê perwerde bike. Li gor Kîkkûlî divê perwerde bi qasî şeş mehan dom bike.


Dema hesp xwêdan bide divê cilekê bavêjin ser û demeke dirêj wê birçî bihêlin. Herweha hesp nexweş nakeve û kîlo dide. Heta ji bo zeyîfbûnê cureyeke gîha didinê. Ev teknîk îro jî ji bo perwerdeya hespan tê bi kar anîn.


Di vê pirtûka Kîkkûlî de gelek gotin û term hene ku di kurdiya îroyîn de jî ji bo hespan tê bi kar anîn. Ji wan terman yek jî "tera" ye. Kîkkûlî gotina "tera" ji bo pêşbirik an jî bezê bi kar aniye. Piştî 4.000 salan hîn îro jî kurd gotina "terad" bi kar tînin. "Min hespê xwe rakir teradê. Tu çi teradan didî xwe lo!"