Tolerans
Tolerans xoşbînî, lihevkirin û pejrandina(qebûlkirina) raman û bûyerên cuda ne. Gotineke latînî ye û kurdiya wê xoşbînî ye. Bi awayekî xoşbînî cudabûn, pirrengî û pirdengiya kes û komikên netewî, polîtîk, olî(dînî) û kesayetiyên taybetî bipejrîne, rêz û hurmeta wan digre û li mafên wan xwedî derbikeve û diparêze. Armanca toleransê ne ew e ku pirrengî, pirdengî, cudabûnê ji navê rabike û bike yek; armanc e ku, taybetiyên wan yên cuda, pirreng û pirdengiyê bipejrîne û bi harmoniyeke biguncî ne. Her kes an kom bi taybetiyên xwe werin qebûl kirin. Bi taybetî kes û komên xwedî desthilatdar û hêzdar, mafên kes û komên cuda cuda yên hejar û bindest bi awayeki xoşbînî biparêzin. Tolerans, pêş li reşbînî û tewanbariyê(pîjkirin û sûcdariyê) digre.
Cureyên
toleransê
Sê cureyên toleransê hene:
• Toleransa takekesî (şexsî)
• Toleransa civakî an grûpî
• Toleransa teknîkî
Toleransa
takekesî, di nav şexsan de ye. Di kîjan babetî de dibe
bila bibe pêwendiyên(têkiliyên) navbera du kes an
jî çend kesan de ne.
Toleransa civakî, pêwendiyên di navbera komên etnîkî,
polîtîk, dînî, cînsî an jî yên
wek wan de ne.
Toleransa teknîkî, pêwendêyên di navbera kes
û komên teknîkî de bi awayekî xoşbînî
ji hev sûd û kelk digrin û ji bo pêşketina teknîkî
alîkariya hev dikin.
Tolerans, perwerde û çand
Tolerans li gor ast û pileya perwerde û çanda civatê
tê guhertin. Tolerans encama têgehîstin û serwextiya
demokrasiyê ye. Li civatên demokratîk ku ji aliyê
perwerde, hîndekarî û çandî ve pêsketîne,
tolerans jî di nav kes û komên cuda, dem û dezgehên
dewletê de gelek xurt e û bingeh girtiye. Wek tê zanîn
civat ji kesan pêk tê. Ji kesên azad, demokrat û xwedî
xoşbînî citateke bi tolerans çêdibe. Li cem
kes, civat, dem û dezgehên paşvemayî tolerans tune
an jî gelek kêm û jar e. Di civatên weha pasvemayî
de reşbînî û tewanbarî gelek xurt e. Di van civatan
de, peyva dawî ya ser û sîdetê ye. Kî bi rûxistin
be, li desthilatdariyê be, xurt be an çekdar be yên din
dipelçiqîne û bêdeng dike. Di civatên wek Swîsre,
Belçîka, Kanada, Swêd, Norveç ûhwd. de toleransa
takekesî û civakî gelek xurt û zêde ye. Mafên
hemû hes û komên cuda yên etnîkî, çandî,
dînî û tekînî hene. Kes kesî ji reng û
kok, dînê xwe biçûk û tawanbar nayê dîtin.
Di civakê de xoşbîniyeke xurt heye. Mafên wan bi qanûn
û detûran bûne xwedî statûyên. Her kes
û kom maf û cudayetiyên yên hember xwe û destdirêjiya
mafê wan nake. Li welatên weha demokratîk, toleransa kolektîvî
heye û xurt e. Mafên gel an netewe û kêmneteweyên
ku li wan welatan dijîn wek sîstemên otonomî, birêvebiriya
herêmî, federatîv, konfedaretîv û çandî
hene û qanûnan hatine garantî kirin.
Li dewletên împaratorî, dewletên ku ji civatên
bîyanî pêk hatine, tolerans heye û loma cudayetî
û pirrengî û pirdengiyan kes û gelan hatiye pejrandin.
Encama wê jî ne cudatiyê yekîtîya netewe û
gelan bi hêz kirine. Dema cudahî neyên qebêlkirin,
parastina yekîtiyê zehmetir dibe. Redkirin û înkarkirina
cudatiyan yekîtiya dewletî li ser ling nagire û nikare demeke
dûr û dirêj biparêze. Di dewletên unîter
ên ku di salên 1800 î de hatin damezrandin, armanca wan
înkarkirina, gelan, grûpên dînî , mezhep û
heta ramanên cuda ji navê rakin, asîmîle bikin, yek
netewe, yek dîn û yek dewlet çêbikin. Di van dewletan
de tolerans sifir e û problem û sergêjî dijwar û
gelek in. Her çar dewletên ku Kurdistanê di nav xwe de
par kirine ji vê mijarê re nimûneyên herî vekirî
û berbiçav in. Bingehê dewleta Tirkiyê li ser neteweyê
tirk, dinê îslamê heta mezhebê henêfî
û zimanê tirkî hatiye damezrandin. Ji derî tirkan,
zimanê tirkî û mezhebê henefî tu tolerans û
maf ji yên din re tune. Hema hema hersê dewletên din yên
dagîrkerên kurdistanê jî weha ne. Rewşa Îraqê
ji wê piçek cuda ye. Loma li van her çar dewletên
dagîrker qet aramî û astiya civakî nîne.
Tolerans,
maf û statû
Mirov dikare bêje ku tolerans di bingehê xwe de fenomeneke, humanîstî
û exlaqî ye û girêdana wê bi huqûqê
ve heye. Lê di mijara wekhevî û mafheyî û parastinê
de, tolerans heta ciyeke dikare were bi kar anîn û rola xwe bilîze.
Ji wir bi şûn ve otomatîk ji holê radibe. Êdî
alozî dest pê dike. Garantî û baweriya toleransê
namîne. Ji bo garantiya mafê takekesî, civakî an jî
teknîkî pêwîstî bi hinek prensîp û
qanûnan heye û statûyek pêwîst e. Heger di wî
warî de prensîp û qanûn tune bin, reşbînî
û tawanbarî dikevin dewrê û mafên heyî
jî, ji holê tên rakirin û bin pê kirin. Reşbînî,
tawanbarî û ser û şîdet dest pê dikin.
Dewletên
unîter û toleransa takekesî
Niha li Ewropayê û bi taybetî li dewletên Yekîtiya
Ewropayê girîngî didin ser tolerans û mafên
azadiyê ya takekesî ((individuell). Bi taybetî dewletên
unîter pêşengiya vî ramana takekesî dikin. Ji
bo ku mafê gel û kêmneteweyan nedin û neyînîne
rojevê. Yanî mafên koman tune lê mafê kesan
heye. Mafên kesan derdixin pês û yên kom û komikan
vedişêrin. Ji bo endametiya Tirkiyê jî weha li dozê
dinerin. Dibîjin ku ”li Tirkiyê mafên mirovan tê
bin pê kirin. Divê azadiya fikrî ya takekesî hebe…”
Loma navên kurd û gelên din wek komik an netewe di dokumentan
de derbas nabin. Heger navên wan di hinek ciyan de derbas bibe jî,
dîsa wek mafê takekesî (azadiya sexsî) derbas dibe.
Ev lîstike û lîstika xapandinê ye. Hinek kurd jî
bi vî yekê bizanebûn an jî binezanî diparêzin
û dibêjin ”em mafê kurdan wek netewe naxwazin, em
mafê kesên azad dixwazin…” Gelo çima dewlet
û ew kes û derdorên ku wek dewletê difikirin û
dibêjin; ”em bi tenê mafê takekesiya azad dixwazin
û em li dij mafê nasnameya netewî, komî û kolektîvî
ne?” Belê ji ber ku nasnameya netewî, kolektîvî
li dij asîmîlasyone ye. Bi xwe re mafê rêxistiniyê
dixwaze û xwe bi kolektîvî diparêze û têkosîn
û berxwedana kolektîvî tune. Dema mafê takekesî
be, bi serê xwe ye, tu zerareke nade dewletê. Ji kesekî
dê çi zerar were!
Toleransa
navxweyî
Piştî heqaw gotinî ez dixwazim werim ser toleransa navxweyî.
Gelo di nav me kurdan de bingeh û rewşa toleransê çi
ye û çawa ye? Em kurd bi xwe civateke gundî ne. Welatê
me hatiye dagîrkirin û wek welat û civak me bi paş
ve histine. Xwendin û nivîsandin di nav me kurdan hîn îro
jî gelek kêm e. Kurd xwedî çend dînan (îslam,
êzîdî, kakayî, xiristiyanî) ne. Mezhebên
me gelek in.Gelek tarîqatên me hene. Zêdebûna zarava
û devokên me problemeke din ya dijwar bi xwe re aniye holê.
Çanda feodalî di nav de de hîn jî xurt e. Dijberiyên
herêmî û perçeyan hene. Perwerde û kultura
çar dewletên dagîrker li ser me her berdewam e û
mejiyê me jî kiriye çar perçeyên cuda. Bi
van hemû dijberî û nakokiyên me yên netewî
û civakî re, di van 30-40 salên dawî de îdeolojîyên
navnetewî jî cudatiyên polîk jî civata kurdan
perçe perçe kir û anî hember hev.
Di civateke weha atomîzekirî de helbet dê tolerans herî
kêm be, heta pirî caran dê sifir be. Di civateke weha piralozî,
gengese û dijwa de mirov gelek carî nikare behsa toleransê
bike. Helbet dê di civateke weha de dengê singe-tinga sûr
û metal û teqe-reqa sesderb û resasan bêt.
heger rewsa welat û gelê me weha be, divê mirov dev û
dest ji toleransê berde û guhdariya dengê van çekên
ku em li dij hev bikar tînin bikin? Na û hezar car na! Ji bo me,
îro ji her rojî bêtir, pêwîstiya me bi toleransa
navxweyî heye. Bi tenê tolerans dermanê çareserkirina
pirs û pirsgêrekên civakî, netewî, olî,
aborî û hwyd e. Bi tenê mirov bi toleransê dikare
hevkariya berjewendiyên şexsî û netewî nerm bike,
çareser bike. Ev payda û berjewendiyên hevpar çi
ne gelo? Hebûna axa welat, dîrok, newroz, ziman û çanda
kurdan in. Niha ala û kurdan jî lê zêde bûye.
Hemû kurd ji çi mezhep û dînî bawer dikin bila
bikin, ji kîjan perçe û herêmî dibin bila bibin,
ji kîjan malbat û eşîrî dibin bila bibin, ji
kîjan partî û îdeolojiyî dibin bila bibin, hemû
dikarin li ser van tiştên hevbes bihev bikin. Ev hemû daxwaz
û berjewendiyên netewî ne. Ji hev re tolerans nîsan
bidin. Bas xuyaye ku di nav civatek an jî di nav neteweyekê de
çiqas dijberî zêde bin, tolerans nîsandan jî
hewqas zehmet û dijwar dibe. Dijmin ji van dijberî cudatiyan kelk
û sûd digrin û ji her alî û awayî ve hewl
didin ku hejmar û kûrbûniya dijberî û cudatiyan
di nav kurdan de zêde bikin û dijminiyê pîj bikin.
Heta ji destên dijminên me hatine di nav kes, kesayetî,
kom, rêxistin û partiyên kurdan de çi polîtîk,
çi civakî û çi dînî dijmintî û
cudatiyê kûr, tûj û dijwar kirine û dikin. Em
kurd jî pêwîst e ku di vê zanabûn û têgehîstinê
de bin û toleransa navxweyî xurt û jîndar bigrin û
yekîtiya netewî pêk bînin û xurt bikin. Belê,
tolerans ne qanûn, ne destûrên ne jî statûyên
nivîskî û huqûqîne, lê ji wan re bingeheke
erênî amade dike. Tolerans dibe hîmê yekîtiya
netewî.
Amed Tigris
2005.02.15
Bûyera Qamîşlo dikare bibe
sedemê rûxandina rejîma Suriyê
Sê roj berê dewleta Suriyê pêşî li bajarê Qamîşlo dest bi provokasyonan kir û her ku diçe, dewlet tevahiya rojavayê Kurdistanê bi top û tankan dagîr dike. Seran serê tixûbê xwe û Tirkiyê esker tijî kiriye û deriyên navbera xwe û Tirkiyê girtiye.