Stranên dilan

1
Kuro dîno were mala bavê min bi dizîka
Derî veke bi van tilîk û bi van pêçîkan
Heger dê û bavên min got: çi bû, Çi ciriya
Ezê bêjim mîratê kûze bû hatibû mirîşka

2
Kuro dîno, were mala bavê min bi mêvanî
Ezê ji te re serjêkim vî boxî vî baranî
Heger dê û bavê min bêjin, çi bû, çi ciriya
Ezê bejîm, zivistan bu, ba û bapûk bû
Teresê sivan ji bîr kiribû ji çolê ne anî.

3
Kuro dîno bi ku ve diçî, ez bi te re
Giya biçinim ji hespê te re
Heger der u cîran, malî û gundiya
Pirsîn û gotin ev kî ye û çi ye?
Ezê bêjim, delalê min ji xerîbiyê vegeriya

4
Hey babikê, hey babikê
Çûme Diyarbekira şewitî kevirên birî
Xelk heyr û meyrê mal û milkê dinê
Ez aşik û sewdaliya keçika Aliparê
Ya esêfçî me, hey lo eman dilo!

5
Min dît dilan bang kir dilan
Agir ketiye sêncê rezan baqê gulan
Xelk heyir û mahîrê malê dinê
Ez digerim li esl û feslan, kokan

6
Kuro dîno ez nexweş im. were ser min
Goşeka lihêfê bilind ke, bikeve ber min
Heger dê bavê min gotin. çi bû çi ciriya
Ezê bêjim hekîmê lokman hatibû ser min

7
Heylo li min, min dilgirtî bi du ciya
Way li mino, yekî li destê, yekî li çiya
Ya destê reş e mîna kera wan qereçiya
Lê ya çiya mîna fincana van qehweçiya

8
Keçê dînê li min û li te û li diyarê Pilolagê
Wey delalê canê bîhn tê bîhna mamûşagê
Bila Xwedê bikira, miradê miradxwazan
Yê min û yê te jî li ser kanîka Enebşûgê.

9
Lo paleyo paleyê deşta jêrî
Das û tarê te bi zengil û morî
Xwezî tu îsal biba serpale
E ji te re bûbam leqadorî!


Lê domamê


Lê domamê naz im, naz im
xelk xulamê naz im naz im
em hatine te dixwazin
bi cotek guhar, ferek bazin
ser nîşana te dixwazim.

Lê domamê îro, îro
Xelk xulamê îro, îro
dîk bandane dîkê nîvro
ro li me bû sed û sîh ro.

Lê domamê naz im, naz im
xelk xulamê naz im naz im
em hatine te dixwazin
bi cotek guhar, ferek bazin
ser nîşana te dixwazim.

Lê domamê îşev, îşev
xelk xulamê îşev, îşev
dîk bandane dîkê nîvşev
şev li me bû sed û sîh şev.

Lê domamê naz im, naz im
xelk xulamê naz im naz im
em hatine te dixwazin
bi cotek guhar, ferek bazin
ser nîşana te dixwazim.

Nîçe: Ev stran varyanta herêma Licê ye û di dema desthenekirina bûkê û birina wê de dibêjin.


Yek mûmik


Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik çardeh mûmik
Serê malê misqalek
Bûk li zavê bimbarek
Ha nîna, ha nîna, nîna, nîna
Ha nîna, heyran nîna

Kirasê zavayê holo
Kirasê paşayê holo
Danî li ber me ye ho
Pêşiya me dibê ho
Zavayê çav li rê ho

- Kanê vazayê we lo?
- Kanê birazavayê we?
- Va ye zavayê me lo
- Va ye birazavayê me
- Kanê mêvanên we lo?
- Kanê mazûvanên we?
- Va ye mêvanên me lo
- Va ye mazûvanên me lo
- Kanê tirşika we lo?
- Kanê tirşikvanên we?
- Va ye tirşika me lo
- Va ye tirşikvanên me

Yek mûmik
Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik çardeh mûmik
Serê malê misqalek
Bûk li zavê bimbarek
Ha nîna, ha nîna, nîna, nîna
Ha nîna, heyran nîna!

Herêm: Amed