wêjeya zarok û ciwanan

Zarok wek kils an kirêca ku mirov pê peyker çêbike malzemeyeke sade, teze û ne bikarhatiye, lêbelê kêrhatî ye. Mirov çawa form bide wê weha formê xwe digre. Belê zarok formê bingehê malbat û civata dahatû ne.


Zarokên her malbatî pêþeroj û berdewama wê malbatê ne. Herweha zarokên her neteweyî jî pêþeroj û berdewama wê neteweyê ne. Daxwaz û hewldanên her malbatî ji bo pêþketin û gehiþtandina zarokên xwe ye. Dê û bav dixwazin dema zarokên wan mezin bibin, xwenda, zana bin, jiyaneke xweþ û bextwar bijîn; halxweþ û dilgeþ bin. Herweha daxwazên gel û dewletan jî weha nêzîkî yên malbatan in. Daxwazên malbat û dewletê di cîheyê de paralel in û diguncin. Her malbat û dewletên nûjen ku di vê zanebûnê de ne, ji bo pêþeroja zarokên xwe, xwedî proje û plan in. Du lingên vê proje û pragrama dûr û dirêj hene: perwerde û aborî. Hermalbat û dewlet ji bo van herdu lingan derfetên vehênan çêdikin.


Perwerde, bingehê wêjeya zarokan e. Ji roja ku zarok dibe, perwerde jî dest pê dike. Ewropî lîstokan bi erebeya zaroka çend rojî ve dikin. Heta zarok hîn nebûye amadebûna wê dikin. Jê re erebe dikirin. Lîstokan bi erebeya wê/wê ve dikin. Hîn zarok tune, lê lîstok amade ne. Lîstokên ajelan yên dengdêr û bi muzîk ji zarokên xwe yên biçûk re dikirin. Lê yên me li welat çi dikin? Bi zaroka xwe ve morîka çavînokê, bi erebeya wê ve jî nivîsarên "maþallah" û "înþalahan" pê ve dikin.


Belê wêjeya zarokan weha bi lîstokan dest pêdike. Li gor temenên zarokan ji zarokên xwe re materyal û pirtûkan dikirin. Di biçûkatiyê de dest bi xwendina çîrokan dikin. Ji wan re pirtûkên çîrokan dixwînin. Heta zarok dibin þeþ salî û dest bi zarokxanê dikin, dê û bav bi dehan, ji zaroka xwe re bi dehan, bi sedan pirtûkên perwerdeyî dixwînin, lîstokên perwerdeyî kirin. Heta zarok dest bi dibistanê dikin, gelek tiþtî dizanin, hîn dibin. Êdî ew bi xwe dest bi xwendina pirtûkan dikin.


Malbat, dem û dezgeh û dewlet girîngiyeke gelek mezin didin wêjeya zarok û ciwanan. Di her zarokxan, dibistan û taxî de pirtûkxane hene û beþek jê ya zarok û ciwanan e. Ji bo kîjan pile, pol û temenî bixwazî pirtûk, kovar, kaset, cd… hene. Her zarok xwedî kartekê ye. Kengê bixwaze dikare deyn bike û bibe dibistanê an jî malê.


Dê û bav her meh zarokên xwe re pirtûk û lîstokên perwerdeyî kirin. Her zarok li malê jûrekê (odeyekê) wê heye. Jûrên zarokan bi pirtûk, afîþ û lîstokan xemlandîne. Her êvar dê û bavên ji zarokên xwe re çîrok dixwînin û zarokên xwe bi çîrokan dikin xewê.


Ji bo ciwanan bi hezaran pirtûk hene. Roman, çîrok, helbest, bîranîn, notên rojane, nameyên evîniyê... Her þagird di mehê de ji derî pirtûkên xwe yên dersê bi kêmasî birtûkek, du pirtûk dixwîne û di sinifê de li hember hevalên xwe bi kurtî behsa wê dike.


Dewlet, dem û dezgehên dewletê alîkariyeke gelek mezin ji çapxane û weþanxaneyên ku pirtûk û lîstokên zarok û ciwanan çêdikin û çap dikin re, alîkariya aborî dikin. Alîkariyeke mezin didin nivîskar û wênekêþan berhemên zarok û ciwanan. Mirov dikare bêje du dezgehên perwerdeyê hene: dibistan û dezgehên wêjeya zarok û ciwanan. Herdu bi hev re û paralel kar dikin û hev temam dikin. Wêjeya zarok û ciwanan bingehê wêja gelêrî û mezinan e. Ew li ser wê bilind dibe û þax dide. Li welatên ku wêjeya zarok û ciwanan bi pêþneketibe, ya mezinan jî virnî û nizimpile ye.